Li Dêrikê projeya xwedîkirina pez

Li Dêrikê gundê Xanika Meşkê yê koçeran, projeya xwedîkirina pez hat destpêkirin. Armanca projeye pêşxistina aboriya herêmê ye.

Li Dêrikê projeya xwedîkirina pez
6 sibat, 2020   08:41
QAMIŞLO-ÎSAM ABULLAH-NEJBÎR OSMAN

Projeya Serhed a xwedîkirina pez li gundê Xanika Meşkê yê gundên Koçeratan ê herêma Dêrikê hatiye destpêkirin. Gundê Xanika Meşkê ji bo xwedîkirina pez, hem ji ber dûrî malan e û hem kanî û çêrgeh hene cihekî guncaw e.

Di halê hazir de 300 serî bizin û berx li nava goza projeyê de hene. Li gel vê yekê zêdetirî 100 serî berxên nû ji dayî bûne hene. Ev yek jî dihêle domdar hejmar zêde bibe. Beyter domdar venêrîna berx û bizinan dikin.

Proje ji 4 depoyan pêk tê û rûbera wan 20 m2 her hingarek têra 100 serî pez dike. Her wiha deqoyeke êm, du malên şivanan, depoyeke mezin ên êm û du hewşên mezin jî li pêşiyê hene.

Armanca projeyê zêdekirina sereyên pez e. Her wiha zêdekirina mîqdara şîr, hêk û goşt e, da ku bibin bazara herêmê û bifiroşin. Rojane pez têne dotin û şîr li bazarên Dêrikê tê firotin.

Şivanê serpereşt ê xwedîkirina pez, Samir Ayîd got: “Tu astengî ji xwedîkirina pez re tune ye. Ji ber êm li herêmê heye û doktorên beyterî jî pez derman dikin. Hilberîna projeyê hem ji aliyê şîr û hem jî ji aliyên din ve baş e. Em danê êvarê rojane vîtamînan dixin nava êm de, her wiha her heftê doktorên beyterî tên pez derman dikin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1qkS3LkJaYE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>