Şêniyên Hesekê: Divê aliyên kurdî ji bo yekitiyê dev ji hindek tiştan berdin

Şêniyên kantona Hesekê got berpirsyariya avakirina yekitiya kurdî erka hemû hêz û partiyên kurdî ye û divê her kes ji bo wê dest ji tiştinan berde û ji bo pêkanîna yekitiyê ku xwesteka tevahî gelê Kurd e, dest bi diyalogê bikin da ku îsbat bikin ku ew ji bo doza kurdî ne ji bo berjewendiyên partiyên xwe, dixebitin.

Şêniyên Hesekê: Divê aliyên kurdî ji bo yekitiyê dev ji hindek tiştan berdin
6 sibat, 2020   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN – HENAR ÎBRAHÎM – EHMED MIHEMED

Ajansa me ANHA`yê nêrînên gelê Kurd der barê yekitiya kurdî digire. Di vê der barê de me nêrînên şêniyên bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtin.

Şêniyên bajarê Hesekê der barê yekitiya kurdî de nêrînên xwe anîn ziman. Nêrînên wan girêdayî girîngiya peyama siyasî ya kurdî, dûrxistina ji berjewendiyên partiyan, dev ji zîhniyeta desthilatdar ji bo destekdayîna gel di parastina herêmê de ku hemû alî dev ji hindek tiştan berdin da ku bigihîjin şeklekî hevbeş ji bo çareserkirina doza kurdî li Sûriyê.

Gelek aliyan, ji wan komîteya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), hindek aliyên din ên çandî û saziyên civaka sivîl ji destpêka aloziya Sûriyê dest bi însiyatîfa yekitiya kurdî li Sûriyê kir û bi taybet li herêmên Kurdan. Herî dawî jî însiyatîfa fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî bû.

Şênî der barê kesên ku heta niha destekê nadin hewldanên ji bo yekitiya kurdî, destnîşan dikin û piraniya şêniyan dibêjin ku ENKS berpirs e ku heta niha yekitiya kurdî nehatiye avakirin. Li gorî nêrînên hindek şêniyan ku aliyên destekê nadin yekitiya kurdî partiyên ENKS`ê û yên nêzî itîlafa Sûrî ne.

Her wiha hindek şêniyên din di vê der barê de wiha got: "Wek partiyeke kurdî ya sûrî ku li Tirkiyê ye divê bikeve bin fermanên Tirkiyê. Divê ew partî dev ji Tirkiyê û itîlafê berdin û li erka xwe li beramberî gelê Kurd, rakirina berpirsyariyê, xebatên ji bo avakirina yekitiya kurdî wek hêzeke siyasî bike û rê li pêşiya dijminên doza kurdî û dagirkeriya Tirkiyê bigire."

(bx)

ANHA