Li Reqayê kar û xebata avakirin û sererastkirina dêra Şehîdan berdewam e

Li Reqayê dest bi kar û xebata qonaxa duyemîn a avakirina dêra Şehîdan hate kirin. Dêr a Ermanên Katolîk e û li naverasta bajêr e.

Li Reqayê kar û xebata avakirin û sererastkirina dêra Şehîdan berdewam e
Li Reqayê kar û xebata avakirin û sererastkirina dêra Şehîdan berdewam e
6 sibat, 2020   07:22
REQA-EMAR ABDULLETÎF

Dema çeteyên DAIŞ`ê herêmên Sûriyê dagirkirin,  gelek dêr hilweşandin û wêran kirin.

Dêra Şehîdan a pêkhateya Ermên Katolîkan e, dikeve naverasta bajarê Reqayê û nêzî bexçeyê Reşîd ê, sala 2014`an ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hate hilweşandin. Paşê kirin buroya dozan û navenda leşkerî.

Kar û xebata avakirina dêrê ji beriya 6 mehan ve destpê kirine. Destpêkê bermahî û kavilên avahiya dêra berê hatin rakirin û ji beriya mehekê ve qonaxa duyemîn a danîna lingên avahiya nû û hewşeke ji derveyî dêra hate destpêkirin.

Meclisa Sivîl a Reqayê piştgiriya avakirinê dike û Saziya Karûbarên Olî jî serpereştiyê dike.

Serokê Buroya Ji Nû Ve Avakirina Avahiyan a saziya Karûbarên Olî Îbrahîm Iweyîs axivî û got: “Avakirina dêrê baş diçe. Avakirina dêrê tê wateya hevgirtina di navbera pêkhateyên Sûriyê de û ev ê hevgirtinê dawî li çeteyên DAIŞ`ê anî. Çeteyan bi îdîayên bêbingeh dixwestin nakokiyan di navbera gelên Sûriyê de derxînin. Lê me karî li dijî vê rewşê bisekinin. Kar û xebata avakirinê jî dê demeke nêz de bidawî bibe.”

Pêkhateya Suryan avakirina dêrê bikêfxweşî pêşwazî kirin.

Hêjayî gotinê ku dêra Şehîdan ji mezintirîn dêrên Ii bajarê Reqayê ye û avakirina ji beriya 559 mîladî ye. Her wiha bajar xwedan gelek dêrên din bû, lê piraniya wan ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin hilweşandin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8eM9o6D6bWA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>