Jiyana şervanekî YPG’Ê - ÇAVDÊRÎ

“Paşeroj winda nabe, tune nabe. Îro paşeroj di xwîna şervanên YPG-YPJ’ê de hêwiriye.”

Jiyana şervanekî YPG’Ê - ÇAVDÊRÎ
6 sibat, 2020   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN -ŞERVAN NERGİZ

Xirecir, zindîtî, êş û kul, kêfxweşî, azwerî û hêrsa dîrokê îro di nava xwîna van şervanan de ji xwe re cih dîtiye. Ji çavê wan, dilê wan û zendên wan dîrok xwe nîşan dike. Ji hemû şer û pevçûnan bi nav û dengê xwe derketin û xwe gihandin van rojan. Bê sekn û rawestan, bi şev û roj jiyanê diparêzin û car heye di ber de canê xwe jî feda dikin. Li hember dijminên herî dur û hov, bi wêrekî disekinin û bi ked û xwîdaneke giranbuha jiyanê ava dikin. Rûpeleke din a destanî li rûpelên dîrokê zêde dikin, bi keda xwe û bi hezar zehmetiyan. Li tevahiya cîhanê ji xwe re di dilê mirovahiyê de cihek peyda kirin. Ew şervan in ku bi şerê rûmetê li dijî barbarên cîhanê kelehên zilmê hildiweşînin. Cîhan tev bi heyranî li wan temaşe dike, destekê dide wan û ew jî di nav jiyaneke sade de diherikin.

Li cihekî em rastî şervanekî tên; ji emrê xwe zêdetir çalakî, şer û pevçûn dîtine, li ser laşe wî tijî şûnên birînan hene. Lê belê têra xwe kêfxweş e û enerjiyeke zêde pê re heye.  

Kêfxweşî û sekna wî em jî ber bi xwe ev kişandin û me jî da pey wî şervanê şên û geş. Car heye em dibinîn ku di destê wî de tewr û bêr û dixebite, car jî heye em navê wî ji cîhazan dibihîzin ku di çalakiyekê de li hember dijmin şer dike. Şervanekî ku ji jiyanê hez dike, ciwan lê ahil… ne hêsan bû mirov li dû wî biçe; car kameraya me li mewziyan di nava toz û dûmanê de dimîne, car em jî pê re di nav şer û pevçûnan de man, car dihat nîvê şevê em radikirin nobetê… Axirî me bi hev re demên xweş derbas kirin. Niha jî em ji jiyan, gotin, fikr û raman, kêfxweşî, êş û derd, serhildan û hestên wî beşekê parve dikin.

Min digot armanca min ew e ku ez enerjiya ku ji dilê şervanekî ciwan diherike, parve bikim.

EM HEV NAS DIKIN…

Cara ewilî dema ku ez wî dibînim, li mewziyekî dibînim ku dixebite û di nava toz û dûmanê de maye. Ez wêneyekî wî dikişînim. Hinek naxwazin di nava wê toz û dûmanê de wêneyên wan bên kişandin lê ew hema karê xwe berdewam dike û xwe alûs nake. Ez jê re dibêjim “Di deste şervanan de çek hene lê di destê te tewr û bêr hene.” Hema bersiva xwe dide: “Çi hewce bike em wisa dikin. Em karker in, şervan in, leşker in, şoreşger in… şoreşgerî ev e. Şoreşgerî carinan ew e ku mirov di nava toz û dûmanê de bimîne, carinan birçî bimîne, carinan li ber baranê şil bibe… her tiştekî tehmeke xwe heye. Ji ber ku em baş pê dizanin bê ka em çi dikin û ji bo çi dikin.”

LÊ TEMAŞE DIKIM, PÊ RE SOHBET Û HEVPEYVÎNÊ DIKIM, PIRSAN JÊ DIKIM…

Ji bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê hatiye û tev li YPG’ê bûye. Dibêje berxwedana sala 2014’an a Kobanê bandor lê kiriye û şoreşa Rojava bala wî kişandiye.

Û dest pê dike qala tevlêbûna xwe ya li nava YPG’ê, rêya xwe ya ber bi şervantiyê ve dike:

 “Ez di sala 2015’an de tev li YPG’ê bûm. Şerê li Kobanê bandor li min kir û şoreşa Rojava bala min kişand. Min perwerdeya şervanên nû (perwerdeya destpêkê ya şervanên YPG-YPJ’ê) li Dêrikê dît. Min soza xwe da û çeka xwe hilda. Dûre ez derbasî nav tabûren bitevger bûm. Ji bo şervanên nû zehmetî gelek in, ji ber ku mirov dikeve nav jiyaneke nû, mirov ji nava jiyaneke sivîl dikeve nava jiyaneke leşkerî. Vê yekê zehmetiyên xwe hene. Carinan nîvê şevê li ber sir û sermayê mirov nobetê digire. Mirov diçe mitbexê, xwarina xwe bi xwe çêdike. Di serî de mirov baş jê fêm nake. Dema ku mirov tê, mirov bi hest û xeyalên cuda tê. Mirov dibêje qey dê mirov çekekê hilde û bi tenê şer bike. Lê mirov ewilî hînî avakirina jiyanê dibe. Bi demê re fêmkeriya mirov zêde dibe û mirov ji leşkeriyê fêm dike.”

HEKE MIROV DIXWAZE WELATEKÎ AZAD BIKE…

Di serî de divê em hîn bibûna ku bibin şervan. Rêya vê jî ew e ku mirov jiyanê ji her alî ve nas bike. Yanî rêya şervantiyê di nava jiyanê re derbas dibe.

Şerê me bi hînbûna jiyanê, hînbûna hevaltiyê dest pê dike. Gotinek heye ku em gelek caran dubare dikin; şer di nav jiyanê de tê qezenckirin. Di nav şervanên nû de ev di bîra min de maye. Di nav şervanên nû de mirov her tiştekî hîn dibe. Hevalên jin nobetê digirin, çekan radikin. Ev ji bo min tiştên nû bûn. Helbet bala mirov dikişîne. Di nav artêşên din de jin pir kêm in. Lê em bi hev re perwerdeyê dibînin. Em bi hev re di heman mewziyan de şer dikin. Mirov di serî de têra xwe pê bawer nabe, zîhniyetek heye li dijî jinan, lê belê mirov paşê dibîne, lê temaşe dike û pê bawer dike. Zîhniyeta me diguhere.

DI JIYANA PARTIYÊ DE REXNE Û XWEREXNE HEYE

Dema hevalek şaşiyekê bike, em rast dikin, rexne dikin. Paşê jî wekî ku tiştek nebûbe hevaltiya me dewam dike, em bi hev re dikenin. Ev yek bi demê re fikrekê çêdike. Bi vî awayî mirov hêdî hêdî ji jiyana sivîl ber bi jiyana leşkerî ve gavan diavêje.”

Şervanên nû piştî perwerdeyê tev li nava tabûrên bitevger dibin. 4 sal e di nava tabûrên bitevger de û tev li gelek hemleyan dibe. Çend caran birîndar dibe. Dema ku mirov li laşê wî dinêre, heçku birînên guleyan û şûnên girêyan li serê nexşeyek çêkiriye. Naxwaze ez wêneyên birînên wî bikişînim. Ez jî zorê lê nakim. Dikene û dibêje “Va ye tu dibînî, em nexşeya Rojava ewilî li ser laşê xwe çêdikin.” Û vegotina sedemên tevlêbûna xwe ya nava têkoşînê berdewam dike:

 ‘EM DIKARIN LI VÊ DERÊ XWE ÎFADE BIKIN’

“Helbet hin sedem hebûn ku ez ber bi şoreşa Rojava ve anîm û bandor li min kir. Li Bakur cihekî mirov bikare xwe lê îfade bike, nîn e. Mirov nikare xwe bi nasnameya xwe îfade bike. Bi navê kurdî tiştek zêde nîn e. Her tişt qedexe ye û sûc e. Nahêlin em ala xwe rakin. Sazî kêm in. Qedexe û zext hene. Dijmin rê nade tu tiştî.

Min li Rojava rengên me dîtin. Ala me bi serbestî tê rakirin û li ba dibe. Ciwanên Kurd ji bo welatê xwe leşkeriyê dikin. Min ev der aîdî xwe dît. Min pirsî bê ka çima ez li Rojava nîn im. Madem ez Kurd im, her tiştekî demeke xwe heye. Ma çima ez neçim û ji bo welatê xwe şer nekim, min lêpirsîna vê kir. Van pirsan bîra min dagir dikir. Kurd çer ku çavên xwe li jiyanê vedikin, xwe di nava şerekî de dibînin. Me jî dît ku em di nava şerekî de ne. Me pê zanî ku em Kurd in. Tu tiştekî me tune ye. Her tişt ji destê me hatiye girtin. Şansê me yê jiyanê jî tune ye. Dijmin her tişt xistiye bin pêyên xwe. 

‘KURDAN HER TIM LI DIJÎ DIJMINAN SERÎ HILDAYE’

Çi serpehatiyên mezinên me ji me re gotine, tev li ser şer in. Her tim qala Şêx Seîd, serhildan û şeran dikin. Dîroka Kurdan tijî serhildan e. Em ji zaroktiya xwe ve guhê xwe didin serhildan û şerên Kurdan. Kurdan dijminên xwe qebûl nekirine û timî serî hildaye.

Helbet em jî Kurd in û ev bandorê li me jî dikin. Divê em xwe biparêzin. Hişmendiya mirov çêdibe ku divê mirov nasname, al, xak û welatê xwe biparêze. Em ne azad in. Haya te ji vê yekê çêdibe. Lê Rojava ji bo me azadî ye. Şoreşa Rojava jî ji hêleke xwe ve serhildan e, serhildana dawîn e, serhildaneke ku encamê bi xwe re bîne.

‘LI GORÎ ME HEZ KED E’

Em li herêmê hêzek in, hêzeke Apocî. Ji bo xizmeta şoreşê em li vir in. Em kedekê didin. Em berjewendiyên gelê xwe diparêzin, em şer dikin. Dema ku mirov ked da cihekî, mirov ji wê derê hez jî dike. Li gorî me hezkirin wiha ye. Helbet şoreşa Rojava bi hêsanî çênebû. Bê bedel, bê ked çênebû. Bi saya keda hevalên me yên şehîd çêbû. Rojava bi saya serê wan bû Rojava. Bi dil û can ked dan, şer kirin. Em bi bedelan gihaştin van rojan, ji bo her bihosteke vê axê bedel hate dayîn.

Îro her rê, gund, der û dever, bi navê hevalên şehîd tên bibîranîn. Li her derê şopa hevalên şehîd heye. Rastiya şoreşa Rojava bi saya hevaltiyeke rast pêk hat.

‘EM ŞERÊ XEYALÊN WAN DIKIN’

Dema  ku li cem me hevalek şehîd bû ev hêrsa me zêdetir dike. Em çeka şehîdan wan radikin û careke din soza xwe didin. Barê me dibe du qat. Berpirsyariya me zêdetir dibe. Em şerê xeyalên wan dikin. Em jî wek şervan dizanin ku di dawiya vê rêyê de şehadet heye. Her şervanek vê yekê dizane. Lê belê tişta ku me tev digerîne, bandorê li me dike û şer bi me dide kirin, felsefeya Serokatiyê ye.

‘ŞOREŞA ROJAVA RIHEKÎ NETEWEYÎ ÇÊKIR’

Li Rojava bi tenê Kurdan şer nekir. Gelek gelan dest dan hev û şehîd dan. Ciwan ji derve hatin, ji Ewropa, Bakur, Başûr û Rojhilat hatin tev li nava şoreşa Rojava bûn. Li vê derê fikreke mirovî heye. Lewma jî li ku derê mirovek hebe berê xwe da Rojava. Me li Rojava xwe nas kir.

Kurdên ku koçberî Ewropayê bûne, yên koçberî cihên din ên dinyayê bûne, hişyar kirin. Kete nav xewn û xeyalên wan, kete rojeva wan û hatin tev lê bûn. Li Rojava pênaseya nasnameya kurdî çêbû, cewhera me zindî kir.

‘FELSEFEYEKE JIYANÊ YA LI SER BINGEHEKE RAST’

Felsefeyeke ku dikare hemû mirovan bigire nava xwe. Felsefeyeke azadîxwaz û felsefeyeke ku li ser bingeheke rast e. Em şer dikin da ku em fikrekê çêkin û pê jiyaneke şad û bextewar ava bikin ku azadiya hemû gelan esas digire. Ya girîng ne ew e ku ji bo vê yekê mirov bimire, ya girîng jiyan e. Belkî rihê me ji laşê me veqete û bibe enerjiyeke din û dîsa bikeve nava jiyanê, ev jî ne mirin e ji bo me.”

Ez jê dipirsim bê ka ala YPG’ê ya di deste wî de ji bo wî çi wateyê îfade dike;

“Ev al, ala rûmet û berxwedanê ye. Zindîbûna jiyanê temsîl dike. Ev al bi zor û zehmetiyên zêde, bi fedakarî, bi cesareteke mezin, bi xwîn û xwîdan, ked û berxwedanekê hate libakirin. Dayikan rondikên xwe barandin nava wê. Ev jiyan bi hêsanî çênebû, bi hêsnî nehate qezenckirin, ev zafer bi hêsanî bi dest neketin. Me bi hêsanî xwe negihand van rojan. Ev ziman, ev çand, ev bajar, ev welat di bin siya vê alê de ji xwe re jiyanekê dibînin. Mîsogeriya jiyanê ye. Hestên herî kûr li vê derê dibin yek û dibin xwedî wate. Ev ala esalet û dîroka vî gelî sembolîze dike. Em jî ji ber ku wê hildigirin, em serbilind in.”

Dema ku ez li dû jiyana şervanekî YPG’ê ketim, min dît ku alekê hildigire û dozeke xwe heye. Û ev jiyan bi kedeke mezin ava kiriye û bi cesareteke mezin xwedî lê derdikeve.

ANHA