Şêniyên Efrînê: Rêxistinên navdewletî ji binpêkirinên dewleta Tirk berpirsyar e

Şêniyên kantona Efrînê gotin, rêxistinên navdewletî û hiqûqî ji ber bêdengiya xwe ji binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser sivîlan berpirsyar e.

Şêniyên Efrînê: Rêxistinên navdewletî ji binpêkirinên dewleta Tirk berpirsyar e
4 sibat, 2020   16:45
EFRÎN –MIZGÎN HEMO

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane navçeyên Şera, Şêrawa û gundên kantona Şehbayê  ku sivîl lê hene topbaran dikin.

Şêniyên kantona Efrînê di merasîmê definkirina cenazeyê sivîl Elî Menla yê ku duh di êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên li ser gundê Aqîbe yê navçeya Şêrawayê şehîd bibû, êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin rêxistinên navdewletî û hiqûnî ku li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê bêdeng in, ji van binpêkirinan berpirsyar e.

Şêniya bi navê Wîdad Mihemed ji bajarê Efrînê ye ji ber êrişên dagirkeriyê koçberî navçeya Şêrawayê bû anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker  bi êrişên xwe yê li ser gundên navçeya Şêrawayê hewl dide navçeyê ji şêniyên wê vala bikin.

Wîdad anî ziman ku "Gundên li ser sînorê Efrînê yên li navçeya Şêrawayê berdêlên êrişên rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê yên li ser gundewarê Heleb û Idlibê didin."

Welatiyê bi navê Mihemed Kenco got: "Dagirkeriya Tirk gundên sivîlan topbaran dikin da ku gundan ji şêniyên wan vala bikin û milkên wan bidizin mîna ku li bajarê Efrînê kir. Lê şêniyên navçeya Şêrawayê li hemberî êrişan li ber xwe didin û girêdana xwe ya bi xaka xwe ve diyar dikin."

Kenco anî ziman ku rêxistinên navdewletî û mafên mirovan ku li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bêdeng in, berpirsyar in.

Şêniya bi navê Nehla Qasim êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Şêrawa şermezar kir û bang li rêxistinên navnetewî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li dijî gundên navçeya Şêrawayê rawestînin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hCxp1s7R7BM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>