​​​​​​​YE‘yê "Peymana Sedsalê" red dike

Yekitiya Ewropayê (YE) ragihand ku ew serdestiya Îsraîlê ya ji deverên ku di 1967`an de dagir kirine nas nake. Daxuyaniya Yekitiya Ewropayê piştî çend rojan ji ragihandina serokê Amerîkayê Donald Trump projeya "Peymana Aştiyê" hat.

​​​​​​​YE‘yê "Peymana Sedsalê" red dike
4 sibat, 2020   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê siyaseta derve yê Yekitiya Ewropayê Giuseppe Burrell got pêşniyara Amerîkayê ya aşitiyê ji Rojhilata Navîn re ne li gorî pîvanên navneteweyî ye.

Komkara Erebî piştî civîna ku li ser asta wezîrên derve ya li Qahîreyê ku roja Şemî lidar ketibû, ragihandibû ku ew "Plana aştiyê ya Amerîkayê" red dike. Ji ber ku asta herî kêm ji maf û hêviyên gelê Filistînê pêk nîne.

Her wiha teqez kir ku ew peyman lêvegerên prosesa aştiyê binpê dike.

Tevî ku raya erebî bi giştî "Plana aştiyê" red kir serokê Filistînê Mehmûd Ebas di civîna Komkara Erebî de ragihand ku ew tevahiya têkiliyên xwe tevî bi Îsraîl û Amerêkayê re di nav de yên ewlehî qut dike. Her wiha teqez kir ku li gorî peymana Oslo ya 1993`an ji sozên xwe rizgar bûye.

(şx)