‛Berhemên Ocalan piştevaniya avakirina ferd û civakê kir’

Fakulteya Zanist û Perwerdê ya Herêma Cizîrê ya bajarê Qamişlo semînerek der barê berhemên Rêber Ocalan û rola wê ya dîtina çarseriyên li herêmê bi giştî  û avakirina civak û mirovan de, da.

‛Berhemên Ocalan piştevaniya avakirina ferd û civakê kir’
4 sibat, 2020   15:22
QAMIŞLO

Di semînerê de, gelek xwendekarên akademî û zanîngehên Herêma Cizîrê, kesayetên rewşenbîr amade bûn. Tê de li ser berhemên Rêber Ocalan hat nîqaşkirin û zêdetir bal li ser pêwîstiya lêgerîna rastiyê bi rêya şopandin û kûrkirina di fikir û felsefeya Rêber Ocalan de ya ku piştevaniya avakirina ferd û civakê kiriye, hat kişandin.

Şêwirmendê Desteya Şaredarî û Rêveberiya Herêmî ya Herêma Cizîrê Aras Fetah  semîner da û destnîşan kir ku Rêber Ocalan bi rêya parêznameyên xwe yên ku weke berhem hatine çêkirin, behsa çareseriyên pirsgirêkên bigirêk di serî de doza Kurd û pêwîstiya rizgarkirina gelan ji zilm û koletiya ku ji hêla rejîmên desthilat û dagirker ve tên meşandin, kir.

Aras Fetah bal kişand ser ku Rêber Ocalan jiyana xwe xist xizmeta azadiya gelên bindest û bi ked xebitî ku rê li pêş rizgartina wan veke, çareseriyan ji pirsgirêkên bigirêk re bibîne û wiha got: "Berhemên Ocalan êdî bûne lêvegerên çareseriya dozên civakî, çandî, aborî, siyasî û leşkerî yên li herêmê û Rojhilata Navîn bi girêk in."

Fetah îşaret pê kir ku berhemên Ocalan; Rastiya Şoreşê di navbera ziman û pêkanînê de, Rêbazên Serhildana Gelêrî di Şoreşa Demokratîk de, piştevaniya ferd û civakê bi hev re kirin.

Rêber Ocalan bi komploya navdewletî ya 15’ê Sibat 1999’an de hat girtin û xistin girtîgeha Îmraliyê. Desthilatên Tirkiyê tecrîda girankirî li ser ferz kir. Rêbertî bi dehan pirtûkên der barê pirsgirêkên civakê yên dîrokê, sîstema dewletên kapîtalîst û siyasî, pirsgirêkên gelan bi taybet û gelên Rojhilata Navîn, çawaniya çareserkirian van pirsgirêkan bi rêbazên demokratîk, şoreşa civakî û jiyana nû, şaristaniya kapîtalîst û şaristaniya demokratîk a Rojhilata Navîn, nivîsîne.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5KU41vMW7zI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>