Artêşa Tirk, çeteyan ji Efrîna dagirkirî dişîne eniyên Helebê

Artêşa Tirk a dagirker bi dehan çeteyên girêdayî xwe ji bajarê Efrînê ber bi bejahiyên Heleb û Lîbyayê ve bi rê dike.

Artêşa Tirk, çeteyan ji Efrîna dagirkirî dişîne eniyên Helebê
4 sibat, 2020   10:42
EFRÎN-CAFER CAFO

 

Dewleta Tirk hewl dide eniyan li dijî rejîmê bi hedefa sivikkirina li ser çeteyên li Idlibê fireh bike. Bi wê re jî çeteyên girêdayî dewleta Tirk êrişî herêmên Şehba û herêmên di bin serweriya hêzên rejîmê yên li başûrê herêma Babê de kir. Her wiha hin agahiyên li ser amadekariya çeteyan li bejahiyên rojavayê Helebê hene.

Li gorî çavkaniyên ji hundirê Efrînê, artêşa Tirk a dagirker bi dehan çete ji gund û navenda bajarê Efrînê bi rê kirin herêmên dagirkirî yên li bejahiyên Heleb û Lîbyayê.

Firqeya bi navê Tecemu Ehlu El-Şam û Nûredîn Zinkî ji herêma Cindirêsê berê xwe da Lîbyayê û her wiha Ketîbeya Semerqend û Ebû Deham berê xwe da herêmên bejahiyên Helebê.

ARTÊŞA TIRK AL Û WÊNEYÊN ERDOGAN RAKIRIN

Girêdayî heman mijarê, çavkaniyan piştrast kir ku artêşa Tirk a dagirker alên xwe ji ser tevahî navend û baregehên xwe yên leşkerî rakirine û her wiha wêneyên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdgoan ji tevahî gund û navenda Efrînê jî rakirin.

Dewleta Tirk a dagirker, al û wêneyên xwe li ser tevahî avahiyên giştî û qadan ji destpêka dagirkirina kantonê di Adara 2018’an de hildabûn.

(fr)

ANHA