200 malbat ji Idlibê gihîştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Şerê li herêma Idlibê yê di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û hêzên rejîma Sûriyê ya bi piştevaniya Rûsyayê de  bû sedema koçberiya bi deh hezaran ji herêma Idlibê ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve.

200 malbat ji Idlibê gihîştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê
4 sibat, 2020   09:24
KOBANÊ-ZANA SEYDÎ

Dewleta Tirk a dagirker a garantora peymanên “herêma bêçek” û agirbesta li Idlibê, şênî li hember êriş û şerê ku rejîma Sûriyê li Idlibê pêk tîne, hiştin. Ew jî piştî girêbesta ku bi aliyê Rûsyayê re çêkiriye wekî çawa li herêmên dîtir ên Sûriyê pêk aniye û li gorî berjewendiyên xwe radest kirine, pêk hat.

Tu rê li pêş sivîlan ji bilî reva ji dojeha mirinê nema, yan ber bi sînorê dewleta Tirk a ku li hember wan girtiye, biçin an jî ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ya ku Rêveberiya Xweser bi rê ve dibe, biçin ku deriyên xwe li hember tevahî koçberên Sûriyê vekirine.

Tevî derfetên kêm, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêla koçberên Sûriyê ji tevahî herêman ji destpêka 2012’an ve pêşwaz kir, ji şerê li Şam, Hums, Hema û bi dehan herêmên dîtir. Li vê dawiyê jî Rêveberiya Xweser malbatên li herêma Idlibê pêşwaz kirin û dest bi çêkirina kampan kir.

Zêdetirî 200 malbatên ji bajar û gundewarên Idlibê piştî derbasbûna di dergeha Ewn El-Dadat a bakurê bajarê Minbicê re beş bi beş, gihîştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Heta niha 3 beş ji koçberan derbasî Minbicê bûn û berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Şêniyên herêmê, koçberên Idlibê pêşwaz kirin.

Ev jî piştî ragihandina fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî pêk hat ku gotibû deriyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku Rêveberiya Xweser wan bi rê ve dibe û QSD diparêze, li pêş şêniyên ji ber şer neçarî koçberiyê dibin, vekirî ne.

(fr)

ANHA