Bijîşkên ku heqê lênêrînê zêde bikin dê rastî lêpirsînê bên

Şêniyên kantona Qamişlo li ser buhayên lênêrîna bijîşkan gazin kirin û li hemberî van gazinan Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku buhayên lênêrînê nehatine zêdekirin û  bjiîşkên ku buhayên lênêrîna xwe zêde bikin dê ceza bixwin.

Bijîşkên ku heqê lênêrînê zêde bikin dê rastî lêpirsînê bên
Bijîşkên ku heqê lênêrînê zêde bikin dê rastî lêpirsînê bên
Bijîşkên ku heqê lênêrînê zêde bikin dê rastî lêpirsînê bên
Bijîşkên ku heqê lênêrînê zêde bikin dê rastî lêpirsînê bên
4 sibat, 2020   08:14
QAMIŞLO - EHMED SEMÎR-SÎMA BIROKÎ

Piştî ku aloziya aborî li ser Sûriyê bi giştî berbelav bû, bi giştî buhayê pêdiviyên jiyanî zêde bûn. Hinek bijîşkan jî di vê aloziyê de buhayên lênêrîna xwe zêde kirin.

Salih El-Ebdelah (75) ji Til Birakê ya girêdayî kantona Qamişlo ye û rojane serdana bijîşk dike, ji ber ku rewşa xwe ya tenduristî ne baş e û wiha got: "Em nikarin tiştekî bikirin, her lênêrîneke bijîşkan bi 4 hezaran e."

Fûad Majî (32) ku bi birayê xwe re hatiye nexweşxaneyê, daxwaza xwe anî ziman û got: "Em dixwazin bijîşk bi buhayên guncaw li nexweşan binêrin."

Fûad bang li Rêveberiya Xweser kir û got: "Em dixwazin Rêveberiya Xweser vê rewşê çareser bike, ji ber ku rewş xirab e."

Der barê mijarê de hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Menal Mihemed wiha got: "Ji 2017`an ve guhertin di lênêrînên tibî de çênebûne, lênerîna bijîşk ji 2 hezaran heta 3 hezaran e. Ji bilî ku bijîşkek lênêrîna xwe li nexweşxaneyê bike bi rengekî îsafî 4 hezar in."

Her wiha Menal Mihemed wiha lê zêde kir: "Ger şênî serdana bijîşkekî yan dermanfiroşekî bikin û buhabûnek zêde bibînin, divê bên serî li desteyê bidin. Desteya Tenduristiyê komîteyên xwe yê şopandinê li hemû bajar û navçeyan digerîne, eger bibînin bijîşk an jî nexweşxaneyek ne li gorî zagonan kar dike, wê rastî hişyariyê werin, ew yê rastî cezayan jî werin hetanî bigihîje girtinê jî.”

Li herêma Cizîrê bi giştî 410 klînîk hene.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mUb0GlZj4Og" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>