Artêşa Tirk û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî Eyn Îsayê didomîne

Bajarê Eyn Îsa û derdora wê îro ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, ji sere sibê heta saetên dane nîvro, hatin topbarankirin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî Eyn Îsayê didomîne
3 sibat, 2020   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber berdewam dikin.

Îro (3 Sibat) ji saetên serê sibehê hetanî saet 11:00’an artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kampa Eyn Îsa, gundê Xalidiyê yê bi ser bajarê Eyn Îsa ve û navenda bajêr, bê navber bi obus û hewanan topbaran kirin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8VWXlzEdc3Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>