Gundewarên Şera dîsa têne topbarankirin

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de dîsa gundewarên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dike.

Gundewarên Şera dîsa têne topbarankirin
3 sibat, 2020   09:09
​​​​​​​EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundewarên navçeya Şera topbaran dike.

Îro di saetên sibê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarên navçeya Şera, Şêrawa û kantona Şehbayê topbaran kir. Di encama wê de welatiyek ji şêniyên gundê Eqîbe şehîd bû.

Di van kêliyan de gundê Merenaz, Malikiyê, Şewarxa, Keleha Şewarxa yên navçeya Şera têne topbarankirin.

Topbaran didome.

(bx)

ANHA