Viyan Soran di çardehemîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn

Bi sedan jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd Viyan Soran di salvegera şehadeta wê ya 14`an de bi bîr anî.

Viyan Soran di çardehemîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn
2 sibat, 2020   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

DÊRIK

Bi sedan jinên bajarê Dêrikê şehîd Viyan Soran di salvgera şehadeta wê ya 14`an de bi bîr anî.

Merasîma bîranînê li Navenda Dîjle ya Çand û Hunerê hat lidarxistin. Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê nameya şehîd Viyan ji aliyê endama Kongreya Star Etiye Ehmed ve hat xwendin.

Paşê ji rêveberên Kongreya Star Jiyan Sîpan wiha got: "Di şexsê şehîd Viyan de em hemû şehîdên tevgera azadiyê û şehîdên tevgera jinan li tevahî Kurdistanê bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya wan bin û xewn û xeyalên wê pêk bînin."

Jiyan di berdewama gotina xwe de desntîşan kir ku şehîd Viyan dengê jinên azad e ku li dijî zîhniyeta desthilatdar ji bo rizgarkirina jinan ji qeydan, şer kir. Paşê sînevîzyon li ser dîrok û têkoşîna şehîd Viyan Soran di nava refên tevgera rizgariya Kurdistanê de hat pêşandan.

Merasîma bîranînê bi dirûşmên “Şehîd namirin” û tilîliyên dayikan bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê merasîma bîranînê li hola Sendîkaya Karkeran a bajarokê Rimêlanê hat lidarxistin. Bi dehan jin tev li merasîma bîranînê bûn.

Sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Viyan Soran hat pêşandan. Her wiha nameya şehîd Viyan Soran ji aliyê yek ji rêvberên Kongreya Star Nesrîn Mihemed ve hat xwendin.

Merasîma bîranînê bi dirûşman bi dawî bû.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê jî ji bo salvgera 14`an a şehadeta şehîd Viyan Soran civîn li Navenda Horî ya Çand û Hunerê ya navçeyê hat lidarxistin.

Endamên saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî tev li civînê bûn. Di civînê de Endama Kongreya Star Roza Welat wiha axivî: "Şehîd Viyan di sala 1981`an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Ew keçeke ji mezintirîn eşîrên Kurdên Başûr e."

Roza Welat destnîşan kir ku şehîd Viyan kesayeteke welatparêz bû, di nava rewşên zehmet de li Başûrê Kurdistanê xebitî û ev yek bû sedema ku xwest xebatên xwe li Bakurê Kurdistanê dewam bike û tev li nava refên Yekîneyên Jina Azad (YJA-Star) bû. Paşê sînevîzyon li ser jiyana şehîd Viyan Soran hat pêşandan.

TIRBESPIYÊ

Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo şehîd Viyan Soran bi bîr anî. Merasîma bîranînê li Hola Siyahî ya navçeyê li dar ket.

Di merasîma bîranînê de ji rêveberên Kongreya Star Asiya Cûma li ser jiyana şehîd Viyan, têkoşîna wê di nava tevgera rizgariya Kurdistanê de axivî. Asiya destnîşan kir ku şehîd Viyan ji bo azadiya jinan tê koşiya û ji bo şermezarkirina komploya navdewletî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, çalakiyeke fedaî pêk anî.

Di dawiyê de der barê jiyana şehîd Viyan de sînevîzyonek hat nîşandan.

(bx)

ANHA