Koçberên Efrînê dest bi hemleya çandina daran kir

Koçberên Efrînê yên li Kampa Berxwedanê ya li kantona Şehbayê dest bi hemleya çandina daran di hundirê kampê de kir ku bersivdana li dijî binpêkirinên dewleta Tirk û sûcên wê li dijî xwezayê ye.

Koçberên Efrînê dest bi hemleya çandina daran kir
Koçberên Efrînê dest bi hemleya çandina daran kir
Koçberên Efrînê dest bi hemleya çandina daran kir
Koçberên Efrînê dest bi hemleya çandina daran kir
Koçberên Efrînê dest bi hemleya çandina daran kir
2 sibat, 2020   11:21
ŞEHBA

Ji destpêka dagirkirina kantona Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve, hovanetirîn binpêkirinên li dijî şênî û xwezayê pêk tînin. Her wiha hê jî kiryarên şewat, qutkirin û talankirina bi hezaran daran û hawîrdorê wekî zeytûnan ku temenê wan 70 salan derbas dike, didome.

Desteya Çandiniyê û Şaredariya Gel a Efrînê bi hevkariya şêniyên Kampa Berxwedan a girêdayî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê, dest bi hemleya çandina darên cur bi cur ji darên merx û xemlê li ser komînên di kampê de kir.

Hedefa hemleyê çandina 600 daran e, jê 250 darên sîwanê li hundirê kampê, 200 darên merxê li derdorê û kolanên sereke û 150 darên xemlê ye.

Li aliyekî din jî şênî 2 hezar şitilan amade dikin ku di demeke pêş de li parka kampê biçînin, ew şitil ji cureyên cihêreng ên gulan in wekî qurnefîl, rihan, qeregûz û cureyên dîtir.

Der barê vê hemleyê de rêveberê Şaredariya Kampa Berxwedanê Welîd Ehmed diyar kir ku ev hemle dersivdana li ser binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xwezaya Efrînê ye. Welîd Ehmed wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker di şewat, dizîn û qutkirina darên li kantona Efrînê de bi hedefa bazirganiya wê, berdewam e û wek şêniyên Efrînê bersiva me li dijî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker beşdariya projeya darçandin li kantona Şehbayê ye."

Ehmed got: "Li gorî me, xweza jiyana me ye, wek civaka Efrînê ji xweza û hawîrdorê hez dikin û naxwazin zirar bigihînê. Ji lew re me bi şêniyên kampê re dest bi hemleya darçandinê ya nêzî 600 dar û 2 hezar şitilên cur bi cur ji gulan di hundirê kampê de kiriye."

Rebîa Hesen ji şêniyên Efrînê ye û wiha got: "Em ê girîngiya zêdetir bidin çandina daran û parastina xwezayê û nahêlin dewleta Tirk a dagirker bi rêbazên xwe yên faşîst vîna me ya bihêz bişikîne.”

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê di raporeke xwe de eşkere kiribû ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê zêdetirî 50 hezar darên zeytûnê  û yên cur bi cur qut kirin.

(fr)

ANHA