Qeftan: Dema yekîtiyê ye

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan got: “Avakirina Sûriyeke nenavendî bi yekîtiya gelan misoger dibe. Dema yekîtiyê ye.”

Qeftan: Dema yekîtiyê ye
1 sibat, 2020   05:20
REQA-HEMED MISTEFA-EMAR ABDULETÎF

Serokê Patiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan, girêdayî giringiya yekîtiya gelê Sûriyê ji ajansa me re axivî. Qeftan got: “Dîrokê ispat kir ku yekîtî di navbera gelan de heye. Lê aliyên neteweperest vê yekîtiyê xerab dikin. Ji ber vê divê pêkhate aliyên din qebûl bikin, da ku em bikarin Sûriyeke azad û nenavendî ava bikin. Sûriya azad avakirina Sûriya pêşerojê esas digire û bi vî awayî Sûrî dibe ya hemû gelan.”

Qeftan bal kişand ser girîngiya veguhartina civaka Sûriyê û got: “Ji bo ku Sûriye bibe civakeke siyasî, divê banga mafên xwe yên siyasî bike û erêkên xwe yên welatparêziyê bi cih bîne. Parçebûna pêkhateyan gefan li hebûna Sûriyê dixe, lewma divê yekîtiya gelên Sûriyê were avakirin û çareseriya aloziya Sûriyê misoger bibe.”

‘NIJADPERSTIYA TIRKIYÊ GELÊN SÛRIYÊ KIR ARMANC’

Qeftan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû gelên Sûriyê dike armanc û got: “Ji ber vê yekê pêkhateyên Sûriyê pêk ve bûn qurbanên siyaseta Tirkiyê .”

Qeftan bal kişand ser projeyên dewleta Tirk û wiha pê de çû: “Tirkiye dixwaze xewnên Osmaniyan pêk bînin. Lewma dixwaze derbasî herêma Ereban jî bibe. Li gel vê yekê hin şêniyên herêmê ji ber siyaseta Tirkiyê li ser esasê îslama siyasî bû erê kirin. Lê di rastiya xwe de siyaseteke li ser esasê hebûna aliyekî li ser hesabê aliyê din e û ev jî xerabkirina rihê îslamiyetê ye.”

‘PIRRENGÎ DEWLEMENDÎ YE’

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pirrengî dewlemendiye. Ji bo hebûna hemû pêkhateyan mîsoger bibe divê yekîtî pêk were.”

(eh)

ANHA