'Ocalan em ji hişmendiya desthilatdariyê rizgar kirin’

Jinên ji pêkhateya Ereb diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikrê xwe jin ji hişmendiya desthilatdariyê a serdest rizgar kirin û hêz da jinan.

'Ocalan em ji hişmendiya desthilatdariyê rizgar kirin’
1 sibat, 2020   06:00
QAMIŞLO – ŞIHAB EHMED

Rêber Abdullah Ocalan di nêrînên xwe de girîngiyê dide jin û têkoşîna wê ya ji bo azadiyê. Ocalan diyar dike ku bêyî azadiyê jin civak azad nabe. Li ser vê yekê bi hezaran jin, ol û netewên cûda ramanê Ocalan pejirandin û banga azadiyê wê ya fîzîkî dikin.

Rêvebera Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê ya Qamişloyê,  Coza El-Hasûd anî ziman ku komploya ku dewletên faşîst di serî de dewleta Tirk a li ser Rêber Abdullah Ocalan pêk anîye plankiriye, ji ber ku ji ramanê wî yê azad ditirsin. Coza got: “Rêber Ocalan girîng daye azadiya jinan. Min di çarçoveya karê xwe yê di Kongreya Star de dît ku jinên Ereb gavên mezin avêtin, beşdarî rêveberina meclisên herêmî, komîn û saziyan bûn. Di her qadên jiyanê de leşkerî, siyasî û sivîl de cih girtin. Ev hemû bi saya ramanê Rêber Ocalan e.

'RAMANÊ OCALAN DI NAV CIVAKÊ DE BELAV BÛ'

Coza anî ziman ku ev 9 sal in tecrîdeke girînkirî li ser Ocalan hatiye ferzkirin û wiha pê de çû: “Lê tevî vê yekê ramanê wî di nav civakê de belav bûye. Delîlê vê yekê şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku gel bi saya ramanê Ocalan xwe bi rêxistin kir û xwe bi rêve dibe. Rêxistinên mafên mirovan ku îdiayê mirovahî û mafên mirovan dikin rola ya rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan nalîzin. Divê rola xwe bi awayekî durist pêk bînin û dawî li tecrîda li ser Rêber Ocalan bînin û wî serbest berdin da ku di nav gel û hezkriyê xwe de be."

Endama rêveber a Kangreya Star a navçeya Til Hemîsê Nûr El-Hisên diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan jin ji hişmendiya serwer rizgar kir û hêz da jinan. Nûr tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir û got divê alîgirên ramanê Ocalan têkoşîna xwe berdewam bikin heta tecrîd bi dawî bibe.

Nûr El-Hisên got: “Jinên Ereb şopdarên xeta Ocalan in û ji bo domandina ramanê wî têdikoşin. Ocalan gel bedenî û fikrî rizgar kir. Dewleta Tirk gel wêran kirin, zarok, jin û kesên bi temen kuştin. Yên ku van kiryarên sûcdar dikin ne ecêbe ku ku Rêbertî ji cîhanê tecrîd bikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WS4OwVlZs68" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>