Çavdêrê sûrî:Nakokiyên Rûsya û Tirkiyê tune ne û qonaxa bê xetertir e

Çavdêr û muxalifê Sûriyê Xeyas Neyîsa got: “Têkildarî Idlibê û Sûriyê nokiyên kur di navbera Rûsya û Tirkiyê de tune ne. Rejîmê dixwaze gefên Tirkiyê yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam be, lewma qonaxa bê xetertir e.”

Çavdêrê sûrî:Nakokiyên Rûsya û Tirkiyê tune ne û qonaxa bê xetertir e
1 sibat, 2020   05:35
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Hêzên rejîma Sûriyê bi piştgiriya Rûsyayê bajarê Meret Nûman ê bejahiya Iblidê bi temamî kontorl kir. Niha jî piştî civînên Rûsya- Tirkiyê û ragihandina agirbesta ku zêde dewam nekir, amadekariyên bejahiya Helebê dike.

Tevî nokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de lê dema mijar dibe hevpeymanên li ser hesabên Sûriyê li hev dicivin. Di vê mijarê de çavdêr û muxalifê sûrî Xeyas Neyîsa ji ajansa me re axivî.

‘DI NAVBERA RÛSYA Û TIRKIYÊ DE NAKOKIYÊN KÛR TUNE NE’

Xeyas Neyîsa derbarê daxuyaniyên Rûsya û Tirkiyê yên dawîn de wiha got: “Têkildarî Idlibê ez guman nakim ku nakokiyên kûr di navbera Rûsya û Tirkiyê de hebin. Madam nêzî berjwendiyên dewleta Tirk nebûye, beriya niha Tirkiyê bi erêkirina Rûsya û Amerîkayê Efrîn û hêrêmên din ên Sûriyê dagir kir. Beriya 3 salan bi erêkirina her du dewletan Tirkiyê gelek cihên  Sûriyê dagir kir. Heman demê de li parêzgeha Idlibê û derdora wê xwedan zêdetirî 12 nuqteyên çavdêriyê ye û leşkerên xwe lê bi cih kirine.

Ji ber vê yekê pêşdeçûna hêzên Rejîmê û hevlbedên wê li bejahiya Idlib û Helebê, ti guhartin di nuqteyên Tirkiyê de çênekiriye û di dawiyê de rejîma Tirkiyê ne li xisarê ye.

‘JI REJÎMÊ RE WATEYA GEFÊN TIRKIYÊ YÊN LI DIJÎ HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER GIRING E’

Têkildarî êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Neyîsa wiha axivî: “Rejîm di çapemeniyan de îdaîyan dike, ji ber gefên Tirkiyê li dijî herêmên Rêveberiya Xweser jê re girîng in. Ji ber bi nêrîna Rejîmê ew ê bihêle Rêveberiya Xweser tawîzan bide.

Çareya herî dawîn ku rejîma Sûriyê tê de bifikire, lihevkirina di navbera Rejîmê û Rêveberiya Xweser de ye. Ji ber bê dudilî dikare bi rejîma Tirkiyê re li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê oparasyonan pêk bîne.

Xala ku ez dixwazim balê bikişînim ser, dijbertiya aliyên ku destwerdana şerê Sûriyê kirine, ji projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye.

Mirov eşkere bibêje, rejîma Sûriyê ji ber rewşa welat û şerê li Idlibê bi baldarî nêzî projeya Rêveberiya Xweser dibe û Erdogan jî eşkere dijminatiya rêveberiyê û gelê Kurd dike.”

Têkildarî helwesta Amerîkayê ji Rêveberiya Xweser re,  Xeyas Neyîsa wiha got: “Amerîka naxwaze parçebûna siyasî ya Rêveberiya Xweser çêbibe û nefretê ji vê yekê dike. Lê tişta ji Amerîka re girîng e danûstandina leşkerî ya bi QSD`ê re ye. Ji ber bi nêrîna Amerîka ev yek wê ji wendahiyan biparêze û dê li herêmên petrol lê heye bimîne. Hem jî di pêşeroja Sûriyê de xwedan roleke aktîf be. Heman demê de  serweriya Îranê li herêmê sînordar bike.”

‘RÛSYA HEWL DIDE ERDNÎGARIYA DI BIN KONTROLA REJÎMÊ DE BERFIREH BIKE’

Têkildarî hewldanên Rûsyayê Neyîsa wiha got: “Berfirehkirina erdnîgariya serweriya Rejîmê ji Rûsyayê re giringe. Nexasim belavkirina baregeh û hêzên xwe li cografiya Sûriyê. Isbata vê yekê jî êrişên artêş Tirk ên di meha Cotmeha derbasbûyî de, ne. Dema dewleta Tirk gelek cihên Sûriyê dagir kir û bi vê yekê derfeteke zêrîn hem ji rejîmê ve û hem jî ji Rûsiya re çêkir. Rê li pêşiya derbasbûna Rûsya û Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekir.

‘PÊNGAVA BÊ XETERTIR E’

Têkildarî armancên di navbera Rûsya-Tirkiyê û rejîma Sûriyê de Xeyas Neyîsa wiha anî ziman: “Bi nêrîna min Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye cihê nîqaşa Rejîmê û hevlbendên wê, Rûsya, Tirkiye û Amerîka jê re ne girîng e û tenê berjewendiyên xwe diparêze.

Ev ambargo û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, li gel vê yekê yên Rejîmê û hevalbendên wê, dê rewşa Rêveberiya Xweser bixin xeteriyê de û dijminên projeya Rêveberiya Xweser guman dikin ku ew ê proje têk biçe.

Derbarê berê nakokiyan muxalif û çavdêrê sûrî Xeyas Neyîsa wiha got: “Dema bê dijwartir e û ji bo Rêveberiya Xweser xetertir e. Lewma divê planên stratejîk werin danîn, şêniyên hişyar bikin, sûdê ji şaştiyên berê derxînin û tavahiya gelên Sûriyê beşdarî nava projeyê bikin. Divê xemên xelkê û berjewendiyên wan bi awayekî rêxistinkirî werin girtin, da ku li dijî êrişan bisekinin û serkeftinan qezenc bikin.”

(eh)

ANHA