Mijarên rojnameyên erebî – 30 Mijdar

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê, ‘Peymana Sedsalê` û rewşa li Lîbyayê û Tirkiyê de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 30 Mijdar
30 ÇILE, 2020   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-BEYAN: ŞERÊ LI MERET EL-NÛMAN LIHEVHATINÊN ASTANA Û SOÇIYÊ TÊK DIBE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Piştî ku hêzên hikumeta Sûriyê ketin bajarê Meret El-Nûman, lihevhatinên Tirkiyê û Rûsyayê yên Astana û Soçîyê derizîn, êdî Enqere dibêje sebra wê nema û Moskovê tawanbar dike ku lihevhatinên rawestandina arîşeyê binpê dike.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Tirkiye ditirse ku bombebarana Idlibê bibe sedem ku dîsa pêleke nû ya koçberan ber bi welatê wan ve biherike, lewma Tirkiyê der barê binpêkirina lihevhatinên Soçî û Astanayê de Rûsyayê tawanbar dike û dibêje êdî sebra Tirkiyê nema.

Artêşa Sûriyê ku êdî nêzî rêya navdewletî ya stratejîk dibe, duh ragihand ku wan bajarê Meret El-Nûman kontrol kir, her wiha diyar kir ku ew ê terorîstên mayî ji tevahiya axa Sûriyê derînin.

Niha artêş bi qasî 10 km dûrî bajarê Seraqibê ye ku dikeve ser rêya navdewletî, li bakurê Meret El-Nûman.”

EL-EREB: MACRON JI BER KU TIRKIYE ÇETEYAN VEDIGUHÊZE LÎBYAYÊ, BI HÊRS E

Rojnameyê nivîsî: "Mijara ku Enqere çeteyên Sûriyê vediguhêze Trablusê da ku li kêleka milîsên hikûmeta Wîfaqê şer bikin, dîsa bû sedema gengeşiyê di navbera serokê Fransayê  Emmanuel Macron û yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de.

Macron duh serokê Tirkiyê tawanbar kir û got ew "rêzê ji sozên xwe re nagire", der barê mijara destwerdana Lîbyayê, bi taybet ku Tirkiyê soz dabû ku keştiyên ji bo veguhastina çeteyan bi rê neke Lîbyayê.

Macron got "Me rojên dawiyê dît ku keştiyên Tirkiyê çeteyan vediguhêzin Lîbyayê" û diyar kir ku ev kiryar li dijî sozên Erdogan ên dema Konferansa Berlînê ne. Her wiha got “ew rêzê nade axaftinên xwe”.”

ŞERQ EL-EWSAT: SALIH JI BO PARLEMANÊ MUHLET DA Û BEHSA DESTNÎŞANKIRINA NAVÊ SEROKWEZÎR KIR

Der barê rewşa Iraqê de rojnameyê nivîsî: "Serokê Iraqê Berhem Salih kêmî 72 saetan muhlet da parlemana welêt ku namzetê nû yê serokatiya hikumetê hilbijêrin, yekî ku gel jê razî be, yan ew bi xwe dê vê erkê pêk bîne.

Salih got: "Eger ji niha heta 1`ê Sibatê blokên siyasî mijara hilbijartina serokê hikumetê pêk neynin, ez ê neçar bimînin ku erkên xwe yên zagonî pêk bînim û di çarçoveya hevdîtinên ku min bi aliyên siyasî û civakî re pêk anîne, kesekî ku tê qebûlkirin, destnîşan bikim."

Salih bang li aliyên siyasî kir ku diyalogê bikin û der barê namzetê serokwezîriyê de li hev bikin û got: "Ez bang li aliyên siyasî dikim ku diyaloga siyasî dewam bikin û der barê destnîşankirina namzetê nû yê serokatiya hikumetê de li hev bikin û kesekî ku ji aliyê gel ve tê pejirandin, hilbijêrin."

EL-BEYAN: PEYMANA SEDSALÊ… PEVÇÛNA JI BO AXÊ Û DERFETEKE AŞTIYÊ

Der barê mijara Peyamana Sedsalê de rojnameyê nivîsî: "Piştî derbasbûa 24 saetan ji ragihandina Peyamana Sedsalê, xuya ye ku Amerîka û Îsraîl der barê mijarê de li hev in, lê Filistîniyan li dijî projeyê serî hilda, careke din şerên îradeyê û berfireh derkete pêş.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ku ji ber têkiliyên xwe yên kesane bi serokê Amerîkayê Donald Trump re, serxweş bûye û got dê tiştekî ji vê projeyê baştir bi destê Filistîniyan nekeve.

Natanyahu ji FoxNewsê re got "Ez bawer dikin ku bi demê re ew ê bibînin ku tiştekî ji vê projeyê baştir bi destê wan nakeve, ev ji bo aştiyê û ji bo Filistîniyan û Îsraîliyan derfeteke dîrokî ye." Her wiha got "Trump dostê herî baş ê Îsraîlê ye."

EL-EREB: HÊRSA TIRKAN LI DIJÎ ERDOGAN BILIND DIBE

Der barê rewşa Tirkiyê de rojnamevanê Tirk Yavuz Baydar di gotareke xwe de ku rojnameya El-Ereb weşandiye, wiha nivîsî: "Tirkiyê di pêvajoyeke aloz a dîrokî re derbas dibe, piraniya nirxandinan der barê pirseke girîng de têne kirin: Gelo serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dê karibe li dora kesayeta xwe û endamên nêzî xwe, desthilatdariya xwe bi hêz bike, yan dê ji bo dest deyne ser saziyên sereke, gelek astengiyan bikişîne?

Ji ber ku "aloziya rejîmê" li Tirkiyê kûr dibe, her wiha stratejiyeke derketinê jî tune ye, bersivdayina vê pirsê tune ye. Ji her demê bêhtir rewş ji bo Tirkiyê û çîna siyasî şêlû ye.

Ji ber rewşa aborî, her wiha nerazîbûna der barê rêkirina hêzan bo Lîbyayê de, hêrsa gel zêde bûye, yên bi hêrs ji sedî 50 zêdetir in.

Tişta diyar ew e ku siyasetên tund û qumarbazî, bûne sedem ku enerjiyeke neyênî komî ser hev bibe.”