Dagirkeran ser mala wî de girt, birîndar kir û piştre revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê êrişî mala şêniyek Girê Spî kirin, gule lê berandin, birîndar kirin û ew revandin.

Dagirkeran ser mala wî de girt, birîndar kir û piştre revandin
29 ÇILE, 2020   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji herêmê diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nav rêzebinpêkirinên xwe de li dijî şêniyên herêmên dagirkirî, vê êvarê di saet 18:00`an de ser mala şêniyê bi navê Salih Yasîn de li gundê El-Hiwêce girtin. Gule lê berandin, birîndar kirin û piştre beyî ku sedem bê zanîn ber bi cihekî ne diyar ve revandin.

(şx)

ANHA