Li Serêkaniyê çeteyên Tirkiyê bi hev ketine

Îro li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî çeteyên Ehrar El-Şam û El-Sultan Murad tevî El-Şerta bi hev ketin.

Li Serêkaniyê çeteyên Tirkiyê bi hev ketine
29 ÇILE, 2020   16:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek ji bajêr ragihand ku îro çeteyên Ehrar El-Şam û çeteyên El-Sultan Murad ên girêdayî arêtşa Tirk a dagirker li bajarê Serêkaniyê bihev ketine. Ji aliyekî din ve şer di navbera komek çeteyan de û El-Şirta ya ku dagirkerî perwerde kiriye û şandiye bajarê Serêkaniyê rû da.

Lê agahiyên girêdayî encamên şerên li wir rûdane nehatin zanîn.

Li herêmên ku artêşa Tirk a dagirker ji Serêkaniyê û heta Girê Spî tevliheviyek ewlehî li gel şerên domdar di navbera komên çeteyan de heye. Piraniya şerên di navbera çeteyan de rû didin, têkildarî talankirina milkên şêniyên herêmê yên ku ji warên xwe hatine koçberkirin.

(şx)

ANHA