Şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re xwest

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbatên her du şehîdan; Dilşêr Efrîn û Êrîş Efrîn re xwest ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn.

Şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re xwest
Şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re xwest
Şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re xwest
Şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re xwest
28 ÇILE, 2020   12:30
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê berê xwe da konê sersaxiyê yê li qada parkê ya li navçeya Ehdas hatiye vegirtin da ku sersaxiyê bide malbatên her du şehîdan ên bi navên Dilşêr Efrîn ê şervanê HRE’yê û şervanê YPG’ê Selah Qasîm (Êrîş Efrîn).

Merasîmê sarsaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre Sîham Ebdo bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî.

Sîham Ebdo destpêkê sersaxî da malbatên her du şehîdan û wiha got: "Me li kantona Efrînê 58 rojan li ber xwe da, da ku xaka xwe ji dagirkeriyê biparêzin."

Bi navê Meclisa kantona Şehbayê, endamê meclisê Îsmaîl Mûsa wiha anî ziman: "Serê tevahî malbatên şehîdên azadî û rûmetê sax be, dîroka gelên hewl didin ji zilm û destpotiyê xwe rizgar bikin, tijî leheng û têkoşer in ku rola sereke di têkbirina teror, dagirkerî û parastina mafên xwe de lîstine."

Mûsa îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin parçeyên zêde dagir bikin û şêniyên wê koçber bikin.

Piştî axaftinan, endama KPC-D’ê wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Merasîm bi dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AQv5z3FCOmo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>