Lavrov: Hejmareke zêde ya çeteyên ji Sûriyê berê xwe didin Lîbyayê

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got hejmareke mezin ji çekdarên li Idlibê berê xwe didin Lîbyayê û piştrast kir ku ev pêngav binpêkirina biryarên navdewletî ye.

Lavrov: Hejmareke zêde ya çeteyên ji Sûriyê berê xwe didin Lîbyayê
28 ÇILE, 2020   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro di civîna çapemeniyê de li gel wezîrê karên derve yê Başûrê Sûdanê de wiha got: "Hejmareke mezin ji çekdarên sûrî berê xwe didin Lîbyayê da ku destwerdanê li kar û barên hundirîn ên Lîbyayê bikin. Ev jî binpêkirina biryarên Meclisa Ewlehiyê ye û her wiha li ser vê bingehê me têkilî bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê re danî."

Ev daxuyaniyên Lavrov, piştî Konferansa Berlînê bi beşdariya hêzên mezin, dewletên erebî û amadebûna dewleta Tirk a piştevaniya hikumeta El-Wîfaq dike, pêk hatin, her wiha di civînê de li ser agirbesta daîm a li Lîbyayê, pêkanîna qedexekirina şandina çekan, lihevkirin çêbû.

Li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) wiha da zanîn: "Di van demên dawîn de dewleta Tirk zêdetirî 3 hezar û 600 çete bi rê kirin Lîbyayê."

Berdevkê Artêşa Wetenî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî di civîneke çapemeniyê ya yekşemê de piştrast kir ku dewleta Tirk di veguhastina terorîstan ji Sûriyê da ku li Lîbyayê şer bikin û bi awayekî bilez, berdewam e.

(fr)