Rêveberiya Xweser siyasetên Tirkiyê û daxuyaniyên Almanyayê yên piştgiriyê şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyasetên Tirkiyê yên li herêmê şermezar kir û rola Almanyayê ya piştevaniya bi projeya Tirkiyê ya li herêmên dagirkirî rexne kir.

Rêveberiya Xweser siyasetên Tirkiyê û daxuyaniyên Almanyayê yên piştgiriyê şermezar kir
26 ÇILE, 2020   21:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê siyasetên Tirkiyê yên avakirina jîngehan ji bo malbatên çeteyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku dagirkirine daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de daxuyaniyên Almanyayê yên piştgiriyêa vê siyasetên hatin şermezarkirin.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:

"Careke din dewleta Tirk hewl didin hincetan ji projeyên xwe yên berfirehbûn û dagirkirina deverên din Sûriyê derxîne. Dewleta Tirk hinceta avakirina herêma ewle û vegera koçberan ji bo vê herêmê derxist û hewl dide pêkvejiyana pirreng a civakî û nasnameya dîrokî ya gelên herêmên Bakurê Sûriyê yên resen bike hedef.

Planên Tirkiyê ji avakirina jingehên li ser esasê qirkirina etnîkî û guhertina demografî ye. Tirkiyê dixwaze nakokî û aloziyê li herêmê biafirîne. Lê mixabitin rejîma Tirkiyê desteka xwe ji hin dewletan digire, di nav de Almanyaya federal a ku piştgiriya xwe bi projeya avakirina jîngehên xeter ragihand.

Xeteriya van projeyan di berdewama afirandina rewşa aloz û çêkirina fikaran de diyar dibe. Di heman demê de hewldanek eşkere ye da ku ewlehiya li herêmên me û tevahî Sûriyê têk bibe. Li ser vê esasê divê tevgereke navdewletî hebe da ku rê li ber mîna van kiryaran bigire û sînorekî ji rêgza Tirkiyê re deyne ku li gorî pîvanên exlaqî û qanûnên navdewletî tevnagere.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyasetên xeternak ên Tirkiyê şermezar û red dikin. Di heman demê de me helwesta dawî ya dewleta Almanya ya Federal a derbarê piştgiriya bicihbûna Tirkiyê li herêmên dagirkirî (Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, Idlib, Bab, Cerablus û Ezazê) bi tundî rexne dikin.

Em teqez dikin ku ev helwest ne li gorî Almanya û rola wê di herêmê de ye. Siyaseta Tirkiyê ya santajkirina Almanya û Ewropa bi dosyaya penaber divê nehêle ku ti alî li hemberî projeya Tirkiyê ya ku hewl dide gelan qir bike û hêviyên wê tune bike bê deng bike, bi taybet siyasetên li diî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku bi hemû pêkhateyên xwe şerê DAIŞ‘ê kirin û serkeftinên dîrokî bi dest xistin û bi syaa wan Ewropa û cîhan di nava aramiyê de ne.

Bi hêvî dikin ku rola Almanya û Ewropayê di vê derbarê de aktîv bike ku kiryar û zêdegaviyên Tirkiyê yên li dijî gelê e bi sînor bike. Her wiha em bang li Almanyaya Federal dikin ku hewlest û siyasetên xwe yên xizmeta herêmê nakin rast bike û destekê ne Tirkiyê ku bibe sedema rewabûna planên wê yê karest li herêmê me."

ANHA