Desteya Çand û Hunerê karnevaleke girse li dar xist

Desteya Çand û Hunerê ya kantona Efrînê karnevaleke girse ji stran û dîlanê ji bo mihrîcana "Mîtan a Şanoyê" ya bi mewesima xwe ya 4’emîn, li dar xist. Mihrîcan dê li navenda Ehdas a Şehbayê sibe 26’ê Çileya 2020’an li dar keve.

Desteya Çand û Hunerê karnevaleke girse li dar xist
Desteya Çand û Hunerê karnevaleke girse li dar xist
Desteya Çand û Hunerê karnevaleke girse li dar xist
Desteya Çand û Hunerê karnevaleke girse li dar xist
Desteya Çand û Hunerê karnevaleke girse li dar xist
25 ÇILE, 2020   12:50
ŞEHBA

Bi armanca beşdariya şêniyan di xebatên mihrîcana "Mîtan a Şanoyê" de, Desteya Çand û Hunerê ya kantona Efrînê karnevaleke girse ji bo vexwendina şêniyan a mihrîcanê li dar xist.

Di karnevalê de, bi sedan ji endam û rêveberiyên ji Desteya Çand û Hunerê ji hunermend, şanoger û aktovan û bi dehan zarokên kampên Serdem û Berxwedanê amade bûn.

Cudabûna karnevalê, bi lixwekirina beşdaran a cilên floklorî, nexşe, wêneyên cuda li ser rûyên zarokan, pêk hat.

Karneval ji pêş kampa Serdemê dest pê kir, tevî zurne û daholê li qadan gerî û heta kampa Serdemê de çûn.

Dê mihrîcana "Mîtan a Şanoyê" sibe fermî li Hola Çiyayê Kurmenc a li navçeya Ehdas a Şehbayê bê vekirin. Hedefa lidarxistina mihrîcana îsal, balkişandina li ser berxwedan Efrînê, azarên koçberan û misogerkirina li ser vegera li Efrînê ye.

Mihrîcana 1’emîn a "Mîtan a Şanoyê" di dawiya 2014’an de bi armanca  danasîna civakê li ser hunera şanoyê, li dar ket.

(fr)

ANHA