Nivîskarekî amerîkî bi hin çeteyên sûrî yên li Lîbyayê re, hevpeyvîn çêkir

Nivîskarekî amerîkî destnîşan kir ku destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê, tevî xeteriyên siyasî ku dê bi xwe re karesatê li Enqerê bîne û dê nûqî çirava Lîbyayê be. Ji lew re çeteyên sûrî, rêbaza herî hêsan ji Erdogan re ye da ku van xeteriyan derbas bike.

Nivîskarekî amerîkî bi hin çeteyên sûrî yên li Lîbyayê re, hevpeyvîn çêkir
25 ÇILE, 2020   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskarê amerîkî û lêkolînerê karûbarên Rojhilata Navîn û Lîbyayê Frederick Weery di gotara xwe de ya ku kovara(The New York Review of Books) ya Amerîkayê weşandiye wiha got: "Hevpeyvîn bi hin çeteyên sûrî ku li gel hikumeta El-Sîrac li Lîbyayê şer dikin re, çêkir."

Nivîskar di gotara xwe de behs kir ku hevpeyvîn bi çeteyekî sûrî ku serbazê berê yê hêzên rejîma Sûriyê bû û komeke çeteyên Sûriyê yên dîtir bi hejmara 500 çeteyî re çêkir ku wan got ku plana şandina 6 hezar çeteyên sûrî heye.

Nivîskar anî ziman ku Nivîskarekî amerîkî destnîşan kir ku destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê, tevî xeteriyên siyasî ku dê bi xwe re karesatê li Enqerê bîne, parçeyek ji befirehkirina hêza xwe ya geosiyasî ye û dê nûqî çirava Lîbyayê be. Ji lew re çeteyên sûrî, rêbaza herî hêsan ji Erdogan re ye da ku van xeteriyan derbas bike.

Nivîskarê amerîkî destnîşan kir ku di hin rewşan de çeteyên bi heman hêzê ku Erdogan rêkirine Bakurê Sûriyê, tên hilbijartin.

Lêkolînerê amerîkî da zanîn ku li gel dewleta Tirk ajoyên aborî li pişt piştevaniya hikumeta El-Wîfaq heye û îşaret bi peymana deryayî kir ku hişt dewleta Tirk mafên vedîtina zeviyên petrol û gazê li Deryaya Spî pêk bîne û her wiha peymanên binesazî û çekan li Lîbyayê pêk anîn û dê ev jî serweriya Hefter a desthilatê re têk biçin.

Nivîskar wiha got: "Min pirsa dema ku pêşbîn dikin li Lîbyayê bimînin ji sûriyan kir, her wiha fermandarekî çeteyan bi navê Ehmed diyar kir ku ma dem ku pêwîstî bi me heye em li vir in û li gorî me Rûsya dijminê herî mezin e."

Ehmed wiha lê zêde kir: "Ez ji artêşa dewleta Tirk im û malên me tevan li Istenbol û Gazî Entab hene."

(fr)