Aldar Xelîl: Daxuyaniyên Barzanî cihê mixabiniyê ye û dagirkeriyê rewa dike

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî yên der barê Rojava de rexne kirin û diyar kir ku daxuyaniyên Barzanî rewabûnê dide êrişên dewleta Tirkiyê. Aldar Xelîl bang li Nêçîrvan Barzanî kir ku dûrî mijarên ku ziyanê dide kurdan bikeve.

Aldar Xelîl: Daxuyaniyên Barzanî cihê mixabiniyê ye û dagirkeriyê rewa dike
25 ÇILE, 2020   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyên xwe yên li gel malpera Monitor îdîa kir ku têkiliyên Qendîl û rêveberiya Rojava bi hev re hene û ew heman hincetên ku dewleta Tirk pê diaxive, da ku êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewa bike.

Di demeke ku cîhanê piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dewleta Tirk a dagirker dikir, Barzanî daxuyaniyên dijberî vê berxwedanê gotin û diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a der barê hincetên têkiliyên rêveberiya Rojava bi Qendîlê re heye rewa ne û bi wê têkiliyê îşaretê bi PKK’ê dike.

Daxuyaniyên Barzanî di demeke ku tevahî çav li kedên ku KNK’ê der barê yekparebûna gelê kurd pêk tîne ne, rastî hêrsa gelê Kurd hatin.

Di vê çarçoveyê de endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl re ji ANHA‘yê axivî.

‛DAXUYANÎ DAGIRKERIYÊ REWA DİKE’

Xelîl anî ziman ku daxuyaniyên dawîn ên birêz Nêçîrvan Barzanî cihê mixabiniyê ne û ne li gorî rola wê ne û xwe dispêrin bihaneyên derewker ku dewleta Tirk pişta xwe di êrişên li dijî herêmên me de, bi kar tîne. Her wiha ev daxuyanî, piştgiriya van hincet û rewabûna eşkere ya dagirkeriyê ne.

Xelîl wiha diyar kir: "Bi êrişên dewleta Tirk ên dawîn li dijî herêmên me, me dît ku çawa tevahî cîhan li hember sekinî û şermezar kir, her wiha bi wê re jî pêşdeçûneke girîng pêk anîn ku bûne mijara girîng di cîhanê de."

Xelîl di berdewama axaftina xwe de bal kişand ku erk û keda tevahî hêzên nîştimanî yên kurdistanî piştgiriya rewşa heyî ye ne ku asteng bike gelek girîng in, di demeke ku tevahî cîhan heta kiryarên dewleta Tirk li dijî herêmê şermezar dikin û got: "Piştevanî û destekdayîna li diîj xeterî û projeya Tiriyê heye."

‛DAXUYANÎ ZIRARÊ DIGIHÎNE TEVAHÎ KEDAN’

Aldar Xelîl daxuyaniyên Barzanî rexne kirin ku xebata yekparebûna Kurd asteng dike û wiha dewam kir: "Birêz Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku rola Qendîlê di rêveberiya Rojava de heye. Ev jî bi temamî nakeve xizmeta tecrûbeya gelê me û ne jî dikevin xizmeta Kurd, berovajî wê zirarê digihîne tevahî kedan û bandoreke neyênî li Kurdistanê dikin.

Ev daxuyanî, rewabûna eşkere ya kiryarên dewleta Tirk li dijî me ye, di heman demê de cihê mixabiniyê ne û ne li gorî rola wê ne û xwe dispêrin bihaneyên derewker ku dewleta Tirk pişta xwe di êrişên li dijî herêmên me de, bi kar tîne. Her wiha ev daxuyanî, piştgiriya van hincetan dike û rewabûna eşkere ya dagirkeriyê ne."

Li ser pirsa çawa diviyabû birêz Nêçîrvan daxuyanî li Rojava bikirana, Aldar Xelîl wiha bersivand: "Wek tevahî dizanin, têkiliyeke di navbera tevahî tevger û partiyên Kurdistanê de hene  û ev mijar jî li derveyî mijara rexneyê ye. Her wiha nameya Nêçîrvan bi vê awayî dê bi xwe re mijarên neyênî bînin û bandorê li tevahî kedên ku ji bo tevahî kurdan li Sûriyê ya yekitiya kurdan û projeya demokratîk re tên kirin."

‛DAXUYANÎ CIHÊ GÛMANÊ YE’

Xelîl bal kişand ku hin pêwendiyê di navbera Barzanî û hêzên kurdî de û wiha got: "Birêz Nêçîrvan dikare van nêrîn an jî rexneyan bighîne aliyên têkildarî dema ev rexen di cih de bin, ew jî bi rêya mekanîzmaya pêwendiyaên heyî û birêz Nêçîrvan wan baş dizane, ew jî ji bilî şêwazê ku di vê dawiyê de pêk aniye. Her wiha ev daxuyanî rastiyeke bigûman li gel me diafirîne, ku çima di vê demê de bi taybet derdikeve û bi vî awayî diaxive? Paşê, hedef ji vê çi ye, gelo? Her wiha kî perspektîvan dide birêz Nêçîrvan Barzan û tê de nav van mijaran?"

‛PÊŞDEÇÛNEKE XETERNAK Û BI XWE RE ENCAMÊN MIXABINIYÊ TÎNE’

Aldar Xelîl bang li Barzanî kir: "Em ji birêz Nêçîrvanî hêvî dikin ku girîngiyê bide encamên neyênî ji van van daxuyaniyan li kolana Kurdî û her wiha pêwîst bû ku hin daxuyaniyên hêviyê, parastina destkeftî û pêkanîna yekparebûna kurdî dike, bihatina kirin. Em îro di rewşeke dîrok ya hesas û dijwar re derbas dibin, xîtaba kurdî ji kîjan aliyê ve dibe, bila bibe heke li dijî doza kurdî ye, pêşdeçûnek xeternak e û bi xwe re encamên mixabiniyê tîne."

(fr)

ANHA