Hêzên Iraqê hewl didin kolanan vekin û hin xwepêşandêr birîndar bûn

Torên çapemeniyê ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê ber bi navendê xwepêşandanê ya li Qada Tehrîrê ve çûn û gule avêtin xwepêşandêran, di encamê de hin xwepêşandêr birîndar bûn.

Hêzên Iraqê hewl didin kolanan vekin û hin xwepêşandêr birîndar bûn
25 ÇILE, 2020   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, îro hêzên ewlehiyê yên Iraqê ber bi Qada Tehrîrê ku navenda sereke ya xwepêşandanê li Bexdayê ye çûn, gaza rondikrêj û gule avêtin xwepêşandêran.

Tu agahiyên yekser der barê birîndaran de nehatin, her wiha polîs û çavkaniyên tenduristî gotin ku bi encama pevçûnên di navbera polîs û xwepêşandêran de  herî kêm 7 xwepêşandêr birîndar bûn.

Kanala femî û çavkaniyên ewlehiyê bi bîr xist ku desthilatên Iraqê bendên kontrolê ji Qada Xelanî ya li Bexdayê radikin û fermana jinûve vekirina rêyan li cihê xwepêşandana li Besrayê, da.

Sekreterê fermandariyê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê serbaz Mihemed El-Beyatî wiha got: "Hêzên ewlehiyê dê berêvara îro pira Senek ya li Bexdayê veke."

Ji aliyê xwe ve jî AFP’ê wiha eşkere kir: "Desthilatên Iraqê îro ji nû ve qad û kolanên li Bexda û bajarên başûr vekirin."

Ev bergirî piştî banga oldarê Şîî, Muqteda El-Sedir a xwepêşandana mezin li Bexdayê ya der barê xwestekên derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê de pêk hat û piştre piştevaniya xwe ji xwestekên xwepêşandanan re ragihand.

Piştî çend saetan, hêzên ewlehiyê bi ser qada xwepêşandanê ya li bajarê Besra yê başûr girt, hin kon şewitandin û bizorê xwepêşandan jev kir.

(fr)