Gundên Girê Spî têne topbarankirin

Artêşa Tirk û çeteyên xwe gundên Girê Spî topbaran dikin û balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asmanê herêmên rojhilatî Kobanê û Eyn Îsayê digerin.

Gundên Girê Spî têne topbarankirin
24 ÇILE, 2020   18:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk û çeteyên xwe van kêliyan bi çekên giran gundên Silêbiyê û Bîr Ereb ên Girê Spî topbaran dikin, her wiha nuqteyên QSD`ê yên li gundê Cirin ê bejahiya Girê Spî dikin armanc.

Di heman demê balafirên keşfê yên Tirkiyê li asmanê bejahiya rojhilatê Kobanê û navçeya Eyn Îsayê digerin.

(eh)

ANHA