Xewna wî yekîtiya gelê Kurd e

Apê Hecî Arabo ku 94 saliye dibeje: “Xewna min ew e ku ji beriya ez bimirim yekîtiya Kurd bibîmin.” Bi wî emrê xwe ev du rojin bi biskilêta xwe di nava bajarê Qamişlo de digre û ji herkesî dixwaze ku fişarê li partiyên ku yekîtiya Kurd direvin bikin, da ku yekîtiya Kurd ava bibe.

Xewna wî yekîtiya gelê Kurd e
24 ÇILE, 2020   06:43
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR –SÎMA BIROKÎ

Êdî yekrêziya Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye xewna her Kurdekî. Ji mezinan heya biçûkan, her kes bang li partiyên Kurd dikin ku yekîtiya xwe ava bikin, nakokiyên xwe yên partiyekî bidin aliyekî û gavên cidî bavêjin.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet herêmên Kurdî ji destpêka tevgera şoreşgerî ve ya ku di 19`ê Tîrmeha 2012`an de destpê kiriye, rastî êrişên çeteyên artêşa Tirk a dagirker tên. Destpêkê dewleta dagirker komên çete yên girêdayî xwe yên wek Cebhet El-Nusra, DAIŞ, “Artêşa Azad” û “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” berda gelê herêmê. Ev çete qet nehatin guhertin. Tenê navê wan hat guhertin. Dewleta Tirk bi awayekî yekser di 24`ê Tebaxa 2016`an de mudexele kir û gelek herêm dagir kirin. Her wiha dewleta Tirk di 18`ê Adara 2018`an de piştî êrişên dijwar, Efrîn dagir kir. Di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Gelê Kurd ê herçar parçeyên Kurdistanê yekîtiya xwe ava kirine û dixwazin partiyên Kurd jî yekîtiya xwe ava bikin. Her çendî piraniya partiyên Kurd bûne yek, lê mixabin partiyên ENKS’ê ketine di bin xizmeta siyasetên dewleta dagirker. Ev partî xayînên di dîroka Kurd de ku li dijî yekîtiya Kurdan li cem dijmin sekinîne tîne bîra me.

‘KESEK NIKARE KURDAN TÊK BIBE Û TUNE BIKE’

Apê Hecî Arabo (94) aşiqê bajarê Qamişloyê ye. Wê weke dilê gelê Kurd yê ku lêdide dibîne. Xewna wî ya tekane yekîtiya Kurdî ye. Bi piskilêta xwe ev du roj in di nav bajêr de digere, ciwan, mêr û her kesê dibîne teşwîq dike ku zextê li partiyên ji yekrêziya Kurdî direvin bikin.

Apê Arabo diyar kir ku hêzên cîhanî yên mîna Rûsya, Amerîka, Îranê û Tirkiyê xêrê ji gelên herêmê re naxwazin û got: "Dewletên cîhanî çi ji gelê Kurd dixwazin? Em li ser axa xwe dijîn û me êrişî tu kesî nekiriye. Em Kurd hatin dinê, çi ji me dixwazin? Kesek nikare Kurdan têk bibe û tune bike. Ev axa me ye."

Hecî Arabo bang li tevahiya hêz û partiyên Kurdî kir ku yekrêziya xwe ava bikin û got: "Temenê min 94 salî ye, ez tiştekî tenê dixwazin divê partiyên Kurdî yekrêziya xwe ava bikin."

Gelê Kurd hîna li bendê ye partiyên Kurdî yên ku hincetan dibînin, gavên cidî ji bo yekrêziya Kurdî bavêjin. Lê pirsa xwe dide pêş: "Gelo ev partiyên guh nadin kolana Kurdî wê yekrêziya xwe ava bikin? Gelo partiyên Kurdî wê xewna apê Hecî Arabo pêk bînin ji beriya ku bemire?"

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LpchXqkMJD0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>