Dewletên cîranên Lîbyayê destwerdana Tirkiyê red kir

Beşdarên ‘Kongreya Dewletên Cîranên Lîbyayê’ ku li Cezaîrê li dar ket, destwerdanên dewleta Tirk di aloziya hundirîn a Lîbyayê de û şandina çeteyan red kirin. Her wiha tekez kirin ku divê alozî bi diyaloga di navbera aliyên Lîbyayê de çareser bibe.

Dewletên cîranên Lîbyayê destwerdana Tirkiyê red kir
23 ÇILE, 2020   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo nîqaşkirina pêşketinên dawîn ên li Lîbyayê û şandina çeteyên xwe ya Tirkiyê ji bo wî welatî, li Cezaîrê Kongreya Dewletên Cîranên Lîbyayê li dar dikeve. Kongre piştî hefteyekê ji Konferansa Berlînê ku piştgiriya agirbesta li Lîbyayê armanc kir, pêk tê. Wezîrên karên derve yên Misir, Tûnis, Sûdan, Tişad, Malî û Nîjerê beşdarî civînê bûne.

Di kongreya de, wezîrê karên derve yê Cezaîrê Sebrî Bû Qadûm tekez kir ku biryarên Konferansa Berlînê der barê Lîbyayê de "ferzkirî ne", bi taybetî jî yên girêdayî qedexekirina wergirtina çekan ji derve.

Sebrî Bû Qadûm wiha lê zêde kir: "Cezaîr dibîne ku pêwîst e aloziya Lîbyayê bêyî destwerdanên derve çareser bibe. Ji bo lihevanîna aliyên Lîbyayê û çareserkirina aloziyê, em piştgiriya diyalogê dikin."

Wezîrê karên derve yê Misirê jî Samih Şikrî diyar kir ku welatê wî şandina Tirkiyê ya çekdaran ji bo Lîbyayê şermezar dike. Samih Şikrî wiha got: "Lihevkirina Tirkiyê û serokê hikumeta Terablusê Fayiz El-Sîrac, qanûnên navdewletî binpê dike."

Wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas jî di kongreyê de amade bû û diyar kir ku dê welatê wî ji bo"lihevanîna" hemû aliyên Lîbyayê yên çareseriya siyasî dixwazin, kar bike.

(cx)