Parêzerên Ocalan li dijî cezayên disîplînê serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li dijî cezayên disîplînê yên li Îmraliyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê da.

Parêzerên Ocalan li dijî cezayên disîplînê serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê da
23 ÇILE, 2020   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, li dijî cezayê dawîn ê disîplînê ku li rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hate birîn û bûye hinceta qedexeya hevdîtinan, di 17'ê Çileya 2020'an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê da. Parêzeran destnîşan kir ku mafê darizandina adil a muwekîlên wan hatiye binpêkirin û xwest ku mafên hatine binpêkirin, bên tespîtkirin.

Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku hîmê bingehîn ê darizandina adilane xwe gihandina dadgehê ye, lê belê ev maf hatiye hatiye astengkirin.

Di serlêdanê de wiha hate gotin: "Di nav 15 mehan de bi awayekî sîstematîk her carê 3 mehan cezayê dîsiplînê weke qedexeya hevdîtinê hatiye dayîn. Bi dawîbûna dema ceza re careke din ceza hatiye birîn. Di nav 15 mehan de 5 car ceza hatiye birîn. Daxwaza xwegihandina parêzeran a van dosyayan hatiye redkirin û derveyî darizandina dîsiplînê hatiye hiştin. Her pênç ceza jî bi heman hincetî hatine birîn û hatine pêkanîn."

Di dewama serlêdanê de hate diyarkirin ku astengkirina xwegihandina parêzeran a dosyayan “nehiqûqî” ye û mafê wergirtina alîkariya hiqûqî ji holê hatiye rakirin.

Di serlêdanê de her wiha hate bibîrxistin ku ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve parêzer nikarin muwekîlê xwe Ocalan bibînin.