Xerîb Hiso: Bi berxwedanê, me xeta plankirina qirkirina kurdan, guhart

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso bal kişand ser ku du rê li herêma Rojhilata Navîn hene, ya yekê piştgiriya gel a azadiyê û ya din jî berjewendiya kesayetî ye ku gelên herêmê dixe bin rihma hêzên navdewletî.

Xerîb Hiso: Bi berxwedanê, me xeta plankirina qirkirina kurdan, guhart
Xerîb Hiso: Bi berxwedanê, me xeta plankirina qirkirina kurdan, guhart
Xerîb Hiso: Bi berxwedanê, me xeta plankirina qirkirina kurdan, guhart
22 ÇILE, 2020   14:34
HELEB-MIHEMED EBDO

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di civîna ku Mala Êzidî ya bajarê Helebê de li ser şîrovekirina rewşa dawî ya siyasî hatiye lidarxistin axivî û bersiva pirsên gel ên li ser merheleya ku Sûriyê tê re derbas dibe, da.

Civîn li hola civînan a li taxa Şêxmeqsûd a beşa Rojava bi beşdariya bi sedan ji şêniyên taxên Şêxmeqûs û Eşrefiyê, li dar ket.

‛VÎNA GEL, BI DAGIRKIRINA BAJAREKÎ YAN HERÊMEKÊ NAŞIKE’

Hiso bal kişand ser berxwedana li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: "Vîna me, bi dagirkirina bajarekî yan herêmekê, naşike. Beriya çend salan şoreşekê dest pê kir û bi şoreşa jinan dihat nasîn, lê îro bi şoreşa 11 hezar şehîd tê nasîn. Ev nav jî ji xwe berê nehat. Lê belê bi dayîna qurbaniyan û xebata bênavber pêk hat. Em dikarin bibêjin ku tecrûbeya me ya serkeftî li ser hemû aliyan pêk hat û berpirsiyariya me rojane li ser israra xeta ku şehîdan hilbijartiye zêde dibe."

Têkildarî nakokiyên bênavber ên li herêma Rojhilata Navîn Xerîb wiha domand: "Li Rojhilata Navîn, du blokên bingehîn hene, ya yekê guhartina rewşa trajedî ya li van welatan e, her wiha rêgez û exlaqê bingeha her fikireke azad de dibînin, lê ya din jî pere û berjewendiyên takakesî di ser her tiştî re digirin, bi wê re jî pirsgirêk hê girêktir dibe û dikeve bi rihma ajandeyên derve. Her wiha me jî parastina projeya xwe ji van ajandeyan bi rêya ragihandina şoreşa fikrî ya giştî ya zanekirina civakê ragihand."

‛HEVDÎTIN BI DEWLETÊN EREB Û EWROPAYÊ RE BERDEWAM IN’

Girêdayî têkiliyên derve, Hiso anî ziman: "Hevdîtinên me li ser astên derve û hundir berdewam in û têkiliyên me bi dewletên Ereb û Ewropayê re xurt in, bi wê re jî dikarin piştrast bikin ku vê qonaxê hişt ku bala her kesî bikişînin ser xwe. Ji ber ku me tevahî denge, bi rêya berxwedan guhartin û her wiha rêya qirkirina plankirî ya li dijî kurdan ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve guhart û êdî civînan bi xwediyên biryar ên li cîhanê aktîv in re li dar dixin."

Hiso wiha domand: "Hevdîtinên me bi tevahî aliyan re berdewam in, jê jî hikumeta Sûriyê ya ku dê bibe xala yekemîn a rizgarkirina tevahî xaka Sûriyê ji qirêjiya çete û alîgirên wan ên dagirker."

Der barê binpêkirinên dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê, hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso wiha pê de çû: "Civaka navdewletî êdî li hember projeyên mêtîngerî û xewnên osmanî yên ku hikumeta Tirk plana wê dike, hişyar e, ev tişt jî di xewnan de heke bi kesek ku baweriya xwe bi projeya neteweya demokratîk mabe jî, pêk nayê."

Xerîb Hiso axaftina wiha bi dawî kir: "Em di şoreşa xwe de, ji bilî serketinê tiştekî qebûl nakin, ew jî bi rêya baweriya me bi hêza  siyasî, leşkerî û hembêzkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dor nûnerên rastîn ên parastina destkeftî û gihandina ber bi welatekî demokrat û azad de ku mafên tevahiyan pêk bîne, pêkan e."

Civîn bi diruşmên silavkirina Berxwedanên Serdem û Rûmetê bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7zTAvhhvWvk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>