Li Şêrawa xwepêşandana şermezarkirina dagirkeriyê

Bi sedan şêniyên Efrînê meşeke şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker a bi pêşengiya MSD’ê li dar xist. Di meşê de 72 zarokan cilên spî bi nivîsa "Em tên ey Efrîn" li xwe kirin.

Li Şêrawa xwepêşandana şermezarkirina dagirkeriyê
Li Şêrawa xwepêşandana şermezarkirina dagirkeriyê
Li Şêrawa xwepêşandana şermezarkirina dagirkeriyê
Li Şêrawa xwepêşandana şermezarkirina dagirkeriyê
Li Şêrawa xwepêşandana şermezarkirina dagirkeriyê
Li Şêrawa xwepêşandana şermezarkirina dagirkeriyê
Li Şêrawa xwepêşandana şermezarkirina dagirkeriyê
Li Şêrawa xwepêşandana şermezarkirina dagirkeriyê
22 ÇILE, 2020   13:38
ŞEHBA

Bi boneya salvegera duyemîn a êrişên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê Buroya Rêxistina MSD’ê ya Efrînê û Şehbayê meşek li dijî kiryarên dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê û komkujiyên li dijî şêniyên wê yên sivîl, li dar xist. Di meşê de bi sedan şêniyên Efrînê yên koçber amade bûn.

Di meşê de 72 zarokên koçber ên ji Efrînê cilên spî bi nivîsên "Em tên ey Efrîn" li xwe kirin ku ew jî îşaretê bi 72 balafirên şer ên dewleta Tirk ku beşdarî bombebarankirina sivîlên Efrînê bûne û komkujî li dijî wan pêk anîne, dike.

Meş ji gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa dest pê kir û li tevahî kolanên sereke gerî, her wiha di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedanê û şehîdan hatin berzkirin. Meş li Kampa Vegerê vegerî mîtîngê û deqeyekê rêz hate girtin, piştre hevseroka Buroya Rêxistina MSD’ê ya kantonên Efrîn û Şehbayê Şêrîn Qaso daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Di dirêjahiya 9 salên şerê Sûriyê de, dewleta Tirk a dagirker planên xwe bi hevkariya ajandeyên xwe yên derve û çeteyên sûrî pêk anîn û herêmên mezin ji Sûriyê ji Efrînê heta bi Serêkaniyê û Girê Spî heta bi Ezaz, Cerablus û Babê dagir kirin.

Di 20’ê Çileya 2018’an de, dewleta Tirk a dagirker bi tevahî çekên xwe yên giran û bi beşdariya qaşo Artêşa Azad, êrişeke hovane li dijî bajarê Efrînê pêk anî, di encamê de bi sedan kes şehîd bûn û bi deh hezaran jî koçber bûn. Her wiha dewleta Tirk a dagirker siyaseta şewitandina xakê bi rêya êrişên bejahî û asîmanî pêk anî, demografiya herêmê diguherîne, şêniyên resen koçber dike û şêniyên ji herêmên dîtir tîne û bi zorê li malên şêniyên Efrînê bi cih dike.

Dewleta Tirk a dagirker, milkên şêniyên resen li malbatên li Efrînê bi cih kirine, belav dike, navên gundan ji zimanên kurdî û erebî diguherîne û vedigerîne zimanê tirkî, navên park û navnîşanan jî diguherîne, her wiha navên qad û cihên navdar jî diguherîne û li şûna wan nav û sembolên dagirkeriyê datîne, wekî Qada Recep Tayyîp Erdogan. Li aliyekî din jî dan û standinê bi lîreyê Tirkiyê, perwerdeya bi zimanê tirkî û materyalên xwendinê bi tirkî ferz dike.

Dewleta Tirk ji destpêkê ve bûbû lîstikvanê herêmî yê bingehîn û hedefên wê yên daîm hene. Hikumeta AKP’ê hewl dide desthilata Osmanî vegerîne. Ji bona wê jî her tiştî pêk tîne. Ev jî ji destpêka aloziya Sûriyê ve ya ku derbasî sala 9’an bûye, eşkere bû.Em wek MSD vê karesata biêş a li dijî şêniyên me yên Efrînê şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî, Meclisa Ewlehiyê, rêxistina mafên mirovan, dewletên koalîsyon û federaliya Rûsyayê dikin ku dagirkirina dewleta Tirk a Efrînê bi dawî bikin û şêniyên wê yên koçber vegerînin malên wan. Her wiha bang li tevahî gelê Sûriyê dikin ku hevgirtî bin û şerekî rizgarkirina giştî xaka ku ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û di serî de Efrîna berxwedêr, ragihînin."

Piştî xwendina daxuyaniyê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Receb Mistefa êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û wiha got: "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hê jî di binpêkirinên li dijî şêniyên Efrînê de bêyî tu aliyên pêwendîdar lêpirsîn bikin, berdewam in."

Endamê Meclisa kantona Şehbayê Ebdo Ehmed jî bal kişand ser şehîdên Berxwedana Serdemê.

Li aliyekî din jî bi navê rûspiyên eşîrên kantona Efrînê Xelîl Reşo wiha da zanîn: "Dê hevgirtina gelê Sûriyê herêmên Sûriyê yên dagirkirî rizgar bike û em ê dagirkeriyê biqewitînin."

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

(fr)

ANHA