Mihrîcana Mîtan wê li Şehbayê lidar bikeve

Desteya Çand û Hunerê ya şaxê Efrîn bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê amadekariya Mihrîcana çaremîn a Mîtan dikin. Dê vê carê mîhrîcan li Şehbayê lidar bikeve.

Mihrîcana Mîtan wê li Şehbayê lidar bikeve
Mihrîcana Mîtan wê li Şehbayê lidar bikeve
Mihrîcana Mîtan wê li Şehbayê lidar bikeve
Mihrîcana Mîtan wê li Şehbayê lidar bikeve
Mihrîcana Mîtan wê li Şehbayê lidar bikeve
Mihrîcana Mîtan wê li Şehbayê lidar bikeve
Mihrîcana Mîtan wê li Şehbayê lidar bikeve
Mihrîcana Mîtan wê li Şehbayê lidar bikeve
22 ÇILE, 2020   07:19
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Tevî rewşa koçberiyê Desteya Çand û Hunerê şaxê herêma Efrînê amedekariyên rêxistinkirina Mîhrîcana Mîtan dikin. Li ser vî esasî dika navçeya Ehdas a kantona Şehbayê amade kirin.

Amadekariyên mîhrîca ku dê di 25’ê Çileyê de were lidarxistin, ji amadekariyên endaman û bi awayekî rojane pêk tê.

Peyas ji 10 deriyên şanoyan pêk tê, ew jî ev in; Taca Zêrîn, Tenê Henek bû, Olombiyed, Qêrîn, Bêkenûka Heydo, Odeya bê çûk, Tu bi xêr hatî Cuha, Nesrîn, Derwêşê Ebdî, Xetên Reş.

Pêşandan dê 12 rojan û bi beşdariya derdora 100 endamên ji kantona Efrînê yên ku bi darê zorê koçberbûne, endamên Tevgera Çand û Hunera bajarê Helebê û endamên Keva Zêrîn şaxê herêma Cizîrê bi vê biçe.

Komîteya amadekar a mîhrîcanê diyar kir ku di roja yekemîn a mihrîcanê bi beşdariya endamên tax û navçeyên kantona Şehbayê xwepêşandanek were lidarxistin û tê de amaje bi birêvebirina mîhrîcanê were kirin.

Mihrîcana Çaremîn a Mîtan ku li kantona Şehbayê bi rê ve diçe, ne wekî salên berê ye. Hem rewşa koçberiyê, hem binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê û hem jî dorpêçkirina Şehbayê bandorê li birêveçûyîna mihrîcanê dike.

MÎTAN, ISBATA BERXWEDANÊ YE

Di vê çarçoveyê de ajansa me hevdîtin bi hevseroka komîteya amadekar a Mîhrîcana Mîtan Rohat Beko re, çêkir. Rohat got: “Piştî 2 salan ji koçberiyê armanca  Çaremîn Mihrîcana Mîtan ew e ku em ji dagirkeriyê Tirkiyê re isbata berxwedana 58 rojan a gelên Efrînê bikin. Li gel vê yekê tevî zor û zehmetiyan jî lê li kantona Şehbayê jî heman asta berxwedaniyê didin meşandin.  Beriya artêşa Tirk êrişî herêmê bike, Mîhrîcana Mîtan a yekemîn, duyemîn û sêyemîn li kantona Efrînê bi vê ve çû, bi aramî derbasbû û gelek endam beşdar bûn.”

Rêveber û damezrînerekî Mîhrîcana Mîtan Mihyedîn Erselan wiha anî ziman: “Mîhrîcana Mîtan cara yekemîn 2014`an li Efrînê çêbû. Artêşa Tirk û hin hêzên dagirker ji beiya hezarên salan ve hewldana têkbirina vîna gelê Kurd û çewisandina çandê dikin. Armanca lidarxistina Çaremîn Mihrîcana Mîtan ew e ku berdêl çi dibe bila bibe, em ê li ber xwe bidin.”

Her wiha beşdareke şanoya lîrîk Emîna Silêman axivî û got: “Ev cara yekemîn ez beşdarî mîhrîcanê dibim. Em bi hemû îmkanên xwe dixebitin, her wiha ji dagirkeriyê re isbat dikin ku ev xaka me ye û xwediyê heqiyê ne.”

Endamê bi navê Henan Seydo ku bi rola Derwîş beşdarî piyes şanoya lîrîkê bûye wiha axivî: “Mîtan dîroka gelê Kurd e û îro xwe ji cîhanê re isbat dike ku gelên Efrînê di berxwedanê xwe de bi israr in. Em bi hêvîne ku ew ê pênçemîn Mihrîcana Mîtan li kantona Efrînê were lidarxistin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4Adhee5pDk8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>