​​​​​​​Kovan Keno: Tirkiye, ENKS’ê li gorî berjewendiyên xwe bi rê ve dibe

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Kovan Keno got: “Dewleta Tirk ENKS’ê li gorî berjewendiyên xwe bi rê ve dibe û yekîtiya Kurd asteng dike.”

​​​​​​​Kovan Keno: Tirkiye, ENKS’ê li gorî berjewendiyên xwe bi rê ve dibe
22 ÇILE, 2020   05:52
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR-ŞÎNDA EKREM

Têkildarî lidarxistina diyalogan a partiyên kurdî û avakirina lêvegereke siyasî yekbûyî gelek însiyatîf derketin holê. Lê heta niha partiyên ku di nava ENKS‘ê de cih digirin yek gav navêt.

Di vê derbarê Sekretêrê Partiya Roj a Demokratîk a  Kurd li Sûriyê Kovan Keno got: “Dagirkerên Kurdistanê ji bo parçebûna gelê Kurd her tiştî dikin û Kurdan dikin dijminê hev.  Dewleta Tirk gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê qetilkir, mal û milên wan şewitandin. Li gel vê yekê sînorê xwe ji tevahî terorîstên cîhanê vekir û wan hewand. Ji bo perwerdekirina wan navend vekir û paşê da ku li dijî gelê Kurd ê li herêmên Rojava şer bikin wan şand Sûriyê. Armanca dewleta Tirk têkbirina projeyên xizmeta doza kurdî li Sûriyê bike ye."

 ‘TIRKIYÊ LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE ENKS`Ê BI RÊ VE DIBE‘

Kovan diyar kir, ku ENKS’ ê xwe xistiye hembêza dewleta Tirk, nahêle tarîtî ji ser Kurdistanê rabe û got: "Tirkiye “Encûmena Niştimanî ya Kurd Sûriyê” li gorî berjewendiyên xwe bi rêve dibe û yekîtiya kurdî asteng dike. ENKS cihê xwe di nava Îtîlafa Sûriyê de digire û biryarên xwe ji AKP`ê werdigire. Ev partî li her çar parçeyên Kurdistanê ti xêrê ji gelê Kurd re naxweze û domdar hewldana tunekirina Kurdan dike. Efrîn ji beriya 2 salan ve dagikirî ye, em dibin şahidên kiryarên dewleta Tirk, tevî vê yekê jî hêj ENKS`ê xwe ji Îtîlfa qutnekiriye. Li dijî gelê Kurd şer dike, lewma divê ENKS`ê terka Îtîlafê bike û beşdarî nava yekitiya kurdî bibe."

Gelek qadên siyasî, civakî û rewşenbîrane însiyatîfa misogerkirina nêzîkkirina nêrînên partiyên siyasî yên kurdî pêşniyar kiribû. Piştî êrişên 9‘ê Cotmehê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî însiyatîfa yekîtiya kurdî ragihand, li ser vî esasî dengveda.

PIŞTÎ ROJAVA DORA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE

 Kovan got: “Li dijî Rojavayê Kurdistanê xeteriyeke cidî heye. Dewleta Tirk hebûna gelê Kurd red dike. Lewma plan dike ku herêmên din jî dagir bike. Heke herêmên Rojava dagir kir, ew ê Başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Dema mijara kurdî dikeve ser maseyê dijminên gelê Kurd nakokiyên xwe yên kurt datînin aliyekî û ji bo êrişên li ser gelê Kurd lihev dikin. Lewma em dibînin ku pêwîste zû û ne dereng ENKS xwe ji Îtîlafa Sûriyê qut bike. Heke Îtîlafê xizmeta ENKS`ê bikira wê niha hebûna wan li Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî hebûya. Heta ENKS’ê nekarî ala xwe jî rake.”

 ‘PARTIYÊN JI YEKÎTIYA KURDÎ DIREVIN EW Ê GELÊN ROJAVA WAN LI NEBÛRÎNE‘

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Kovan Keno di dawiya axaftina xwe de got: "Gelê Rojava wê partiyên ji yekîtiyê direvin efû neke. Rojekê ew ê şênî ji wan re bibêjin, we tiştek ji me re nekir û hûn bûn sedema tunekirina destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin."

Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê di 14‘ê Adara 2016`an hate damezrandin. Siyasetmedar Kovan Keno wekî sekreterê partiyê hate erkdarkirin. Beriya ku partî ava bibe bi salekê Kovan Keno endamê ENKS`ê bû. Dema nakokî derketin holê endamtiya xwe vekişand. Anku dema ENKS`ê nehişt Kovan zarokên herêmê fêrî zimanê kurdî bike, xwe ji wan qut kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/r5xIkomKKNY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>