Li Reqayê komxebata ragihandinê

Li Reqayê têkildarî rewşa ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çawaniya pêşxistina wê bi beşdarbûna gelek rojnamevanan komxebateke hate lidarxistin.

Li Reqayê komxebata ragihandinê
Li Reqayê komxebata ragihandinê
Li Reqayê komxebata ragihandinê
Li Reqayê komxebata ragihandinê
Li Reqayê komxebata ragihandinê
Li Reqayê komxebata ragihandinê
21 ÇILE, 2020   17:08
REQA

Bi dirûşma  "Ber bi pêşxistina rewşa ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve" Partiya Sûriyê ya Pêşerojê komxebatek ragihandinê lidar xist.

Komxebat bi armanca nîqaşkirina bendên girêdayî xebatên ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin. Di komxebata li Xwaringeha Şatai û Nehir a li qiraxa çemê Firatê li başûrê Reqayê hate lidarxistin de gelek rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin, serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan û berdevkê Buroya Ragihandinê ya QSD‘ê Mustefa Balî û hejmarek endamên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, rêveberê ragihandina Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îyad El-Xetîb bernameya komxebatê diyar kir û got, komxebat dê li gorî du mijaran were nîqaşkirin, yek rewşa ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ya din mekanîzmeya pêşxistina xebatên ragihandinê ye.

Di mijara yekemîn de berdevkê Buroya Ragihandinê ya QSD‘ê Mustefa Balî axivî, qala gelek bendan kir, jê karê ragihandinê di saziyên Reqayê de ji dema hate rizgarkirin û vir ve. Di bendê duyem ê mijara yekem a komxebatê Balî şaştiyên rojnamevanan û kelemên ku li pêşiya wan derdikevin destnîşan kir.  

Di bendê sêyemîn ê mijara yekemîn de rojnamevan Mustefa Xelîl bal kişand ser pirsgirêkên ku li pêşiya rojnamevanan li herêmên ku di demên dawî de ji DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin derdikevin, ji wan pirsgirêkên piratîkî an saziyatî  û astengiyên ji aliyên kesên ne nas ve ji rojnamevanan re têne derxistin. Mustefa çawaniya derbaskirina van kêmasniyan destnîşan kir.

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan got: "Asta pêşxistina karê ragihandinê li bajarê Reqayê ne tenê bi şopandina nûçeyan bi awayekî zelal û agahiyên berfireh e. Di heman demê de divê ragihandin rola di rizgarkirina gelan de bilîze û ji bo derxistina tevliheviyê nexebite."

Di mijara duyemîn a komxebatê de mekanşîzmeya pêşxistina karê ragihandinê hate nîqaşkirin. Rêveberê Buroya Ragihandina Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îyad El-Xetîb  sazûmaniya karê ragihandina li ser asta saziyan şîrove kir û bal kişand li ser "Armanc" û "Rol" rojnamevan, her wiha nîqaşkirina mekanîzma pêşxistina karê ragihandinê li ser asta rêveberiyan, çawaniya hevkariya di navbera rojnamevan û saziyên têkildar re ji bo pêşxistina rewşa ragihandinê û derbaskirina kêmasiyan.

Piştî nîqaşên li ser herdu bendan, rojnamevanan nêrînên xwe derbarê çawaniya pêşxistina karê ragihandinê li herêmê û pêkanîna koordîneya di navbera saziyên ragihandinê de anîn ziman.

ANHA