YPG: Li dijî dagirkeriyê wê sekna me ya berxwedêr bidome

Fermandariya Giştî ya YPG’ê: “Bi armanca rizgarkirina Efrînê û gelê xwe, em ê di nav têkoşîn û berxwedanek mezin de bin. Em diyar dikin ku em ê  sekna xwe ya berxwedêr a li hember dewleta dagirker ku zimanê dagirkeriyê bikar tîne û êrîşên dagirkeriyê berfireh dike, ji her demê bêhtir derxin holê. Nirxên gelê xwe û destkeftiyên şoreşê biparêzin.”

YPG: Li dijî dagirkeriyê wê sekna me ya berxwedêr bidome
21 ÇILE, 2020   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya salvegera 2’emîn a êrîşên dewleta Tirk li ser kantona Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye;

“Ev du sal in dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê dagirkeriya Efrînê berdewam dikin. Di herêmê de bi her cure bêmafî, kiryarên derveyî mafê mirovan û guhertina demografî pêk tînin. Dagirkeriya bi Efrînê destpêkirî, bi Girê Spî û Serêkaniyê berdewam dike û li hember gelê me û gelên Bakurê Sûriyê bêyî ku tu sînoran nas bike komkujî pêk tîne.

Dewleta Tirk a dagirker a ku hemû hêza xwe ji bo rewa nîşandana dagirkeriya xwe bikar tîne, bi armanca astengkirina pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê  rûxandina pêşketinên demokratîk ya ku gelê me li derdora hevjiyana azad ava kirî, li hember xaka Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê plangerî û êrîşên xwe yên dagirkeriyê roj bi roj berfireh dike. Dagirkerî û guhertina demografî ya ku roja me ya îro roj bi roj pêk tîne berdewamiya dagirkeriya beriya 2 salan e ku li ser Efrînê daye meşandin. Îro jî li bajarên Girê Spî û Serêkaniyê vê dagirkeriya faşîzm berfireh dike û demografiya herêmê dide guhertin.

Xaka Efrînê ya ku îro tê de bi her awayî binpêkirinên mafên mirovan ku paqijiya etnîk û bi awayekî sîstematîk talankirina dewlemendiyên bajar û gel jî di nav de ye, tên jiyîn. Erdnîgariya Efrînê di encama kiryarên faşîzan ya dewleta Tirk de bi vê rewşê re rû bi rû maye û tevahî cihan çawa ji bo dagirkeriya Girê Spî û Serêkanî bêdeng maye, ji bo Efrînê jî ev du sal derbas bû lê belê hîna dagirkeriya dewleta dagirker a Tirk rewa dibînin û tu bertekên pêwîst li hember vê dagirkeriyê nîşan ne dane.

Em weke YPG û YPJ li hember berfirehkirina dagirkeriya tu hezekî û pêkanînên faşîzan bêdeng namînin. Li gel vê rewşa li Efrînê, em diyar dikin ku bi armanca rizgarkirina Efrînê û gelê xwe, emê di nav têkoşîn û berxwedanek mezin de bin. Em diyar dikin ku emê  sekna xwe ya berxwedêr ya li hember dewleta dagirker ya ku zimanê dagirkeriyê bikar tîne û êrîşên dagirkeriyê berfireh dike, ji her demê bêhtir derxin holê û nirxên gelê xwe û destkeftiyên şoreşê biparêzin. Bi vê boneyê em tevahî şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr tînin û soza rizgarkirina Efrînê ji bo tevahî gelê xwe dubare dikin. ji bo vegera gelê xwe li ser xakên xwe yên pîroz bi hemû awayî tekoşîn wê berdewam bikin.”

ANHA