Rojnemegerê Êzidî: Êrişên li dijî gelê Êzidî dubarekirina komkujiyan e

Rojnemegerê Êzidî Sîpan Silo diyar kir ku, armancgirtina fermandarên wekî Zekî Şengalî, Zerdeşt Şengalî û duh jî hejmareke şervanan, isbata berfirehkirina êrişên li dijî gelan e.

Rojnemegerê Êzidî: Êrişên li dijî gelê Êzidî dubarekirina komkujiyan e
17 ÇILE, 2020   07:08
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHMED

Êrişên artêşa Tirk li dijî herêmên cuda yên xaka Iraqê berdewam in. Ev jî binpêkirina hevpyeman û qanûnên navdewletî diyar dike. Isbata vê yekê êrişên li dijî Şengalê û armanckirina fermandarê Yekîneyên Parastina Şengalê, êrîşên li ser sivîlên Şengalê, ne.

Têkildarî êrişên artêşa Tirk ên li dijî Şengalê ajansa me hevdîtin bi ronemegerê Êzidî Sîpan Silo re çêkir. Sîpan bal kişand ser êş û azara gelê Êzidî, komkujiyên li dijî êzidiyan û dubarekirina senaryoyan desthilatdariya  Osmanî yên li dijî gelê Êzidî.

Sîpan Silo di destpêka axaftina xwe de qala komkujiyên li dijî gelê Êzidî kir, ku piraniya wan li ser destê Osmaniyan çêbûne. Sîpan got: “Êdî her kes dizane gelê Êzidî bi 74 komkujiyan re rû bi rû mane û piraniya wan jî li ser destên bav û bapîrên Tirkan û Osmaniyên bû. Armanca êrişêan tunekirina nasnameya kurdî û derbekirina gel e. Jixwe dewleta Tirk a Osmanî hebûna gelê Êzidî wekî gefkirina berjewendiyên xwe dibîne, nexasim ku bi navê îslamiyetê bang dike.”

Rojnemeger Sîpan Silo îşaret bi komkujiyên Osmaniyên kir û wiha axivî: “Osmaniyan bi navên cuda yên îslamiyetê gelek komkujî li ser Êzdiyan pêk anîn. Lewma di Tebaxa 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê êrişî Şengalê kirin û li dijî gelê Êzidî komkujî pêk anîn. Armanca çeteyan berdewamkirina planên Osmaniyan in. Nexasim ku Şengal bi çanda êzdiyetê tê naskirin. Eger armancên xwe yên li ser Şengalê pêk bînin, dê heta astekî çand û dîroka Kurdî wenda bikin.”

Sîpan Silo wiha da zanîn ku planên Osmaniyan ên li ser gelê Êzidî bi saya berxwedana hêzên kurdî û piştî destwerdanên hêzên gerîla anku hêza leşkerî ya Partiya Karkerên Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Gel û avakirina Yekîneyên Berxwedana Şengalê têk çûn û careke din dîrokê parastina çanda Êzidiyan kir.

Têkildarî armancên dewleta Tirk di herêmê de Sîpan Silo wiha got: “Tirkiye, bi serêkêşiya Erdogan dixwaze dîroka Osmaniyan nû bike. Serweriya wan vegerîne. Bi rêya bazirganiyê ya li Rojhilata Navîn û li herêmê ji nû ve dagirkeriyê pêk bîne. Lewa bi êrişên li dijî Şengalê tirs û xof xiste nava Êzidiyan û berê wan bi koçberiyê vekir. Bi vî awayî Şengal vala bû. Dewleta Tirk dema Şengalê dagir bike dê deriyê bazirganiyê yê di rêya Mûsilê re derbas dibe serwer bike/Dê kilîta serweriya bazirganiyê qezenc bike.”

Rojnemegerê Êzidî Sîpan Silo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Armanckirina fermandarên wekî Zekî Şengalî, Zerdeşt Şengalî û duh jî hejmareke ji şervanan, isbat dike ku dewleta Tirk hewldana berfirehkirina komkujiyên li dijî kêmnetewan û gelan dike. Jixwe beriya niha komkujiya Sîfo di sala 1915`an û komkujiya Mîrê Kor a ku sultanê bi navê Mîrê Kor li dijî Îmarata Êzdîxan a Musilê pêk anî û derdora sed hezaran Êzidî qetil kirin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9N_3V0krmAk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>