​​​​​​​Biryar ji venêrîn û pêwîstiyên tunduristiyê re hatin danîn

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê bi rêveberên nexweşxaneyên taybet re civiya. Di civînê de biryar hatin derxistin.

​​​​​​​Biryar ji venêrîn û pêwîstiyên tunduristiyê re hatin danîn
​​​​​​​Biryar ji venêrîn û pêwîstiyên tunduristiyê re hatin danîn
​​​​​​​Biryar ji venêrîn û pêwîstiyên tunduristiyê re hatin danîn
16 ÇILE, 2020   19:17
QAMIŞLO

Ji ber ketina pereyê Sûrî li beramberî dolar, bilindbûna nirxên madeyan û venêrîna bijîşketî, Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê bi rêveberên nexweşxaneyên taybet re civiya.

Civîn bi armanca nîqaşkirina rewşa nexweşxaneyan û pirsgirêka ku di demên dawî de der barê buhayê ezmûna bijîşkatî de hate lidarxistin.

Desteyê bi rêveberên nexweşxaneyan re pirsigrêka nepêkanîna biryarên desteyê ji aliyê hin bijîşk û nexweşxaneyên taybet nîqaş kir. Ji wan qanûna yekirina venêrîna tibî ya ku di sala 2017‘an de ji aliyê Desteya Tenduristiyê ve hatiye derxistin.

Rêveberên nexweşxaneyan îşaret bi girîngiya diyarkirin û yekirina buhayê pêwîstiyên tenduristiyê û şandina komîteyên pispor ji bo çavdêriya nexweşxaneyan.

Der barê encamên civînê Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Dr. Menal Mihemed ji ANHA‘yê re got: "Em bi rêveberên nexweşxaneyên taybet ên herêma Cizîrê re civiyan da ku rewşa nexweşxaneyan nas bikin, giliyên wan guhdar bikin û hewl bidin ku venêrîne tibî pêk were."

Menal destnîşan kir ku di du rojên dawî de der barê buhayê venêrîna bijîşkan de şaştiyek mezin derket, piştî ku Yekitiya Bijîşkan buha bilind kir.

Menal got, desteyê bi yekitiya bijîşkan li ser mijarê nîqaş kir ku nabe bêyî şêwra desteyê biryar bide. Menal her wiha bi bîr xist di 4 mehê de desteyê biryarnameyek derxist ku li ti guhertin venêrîna de çênebûye.

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Menal Mihemd di dawiya axafina xwe de got: "Em gihaştin gelek lihevkirin, ji wan, tevahî nexweşxaneyên taybet û bijîşk li gorî qanûna venêrîna bijîşkatî tevbigerin ku buhayê her tedawîbûnekê herî zêde 3 hezar lîreyên sûrî be. Ev biryarname dê ji tevahî kilînk û nexweşxaneyan re werin şandin. Heger buha bilind bû divê welatî desteyê agahdar bikin. "

ANHA