Êzidiyên Efrînê êrişên Tirkiyê yên li dijî Şengalê şermezar kirin

Êzidiyên herêma Efrînê êrişên artêşa Tirk a dagirker a  li dijî Şengalê û hedefgirtina fermandarên YBŞ`ê şermezar kirin û got hikumeta Iraqê berpirsê van sûcan e.

Êzidiyên Efrînê êrişên Tirkiyê yên li dijî Şengalê şermezar kirin
16 ÇILE, 2020   19:16
ŞEHBA

Bi dehan endamên Yekitiya Ezidiyan a Herêma Efrînê ji bo bala raya giştî bikşînin ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser civaka Êzidî ya Şengalê li ber avahiya yekitiyê kom bûn.

Hevserokê Yekitiya Êzidiyan a herêma Efrînê daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha ye:

"Êrişa DAIŞ`ê ya li dijî Şengalê di dirêjahiya dîrokê de mîna wê pêk nehatiye. DAIŞ`ê dest avêt jinên Şengalê û mêr û zarok qetil kirin. Ev wek fermana 73`yan a li dijî gelê Êzidî piştî fermana 72`an a ji hêla dewleta Osmanî ve pêk hatiye tê hesibandin.

Piştî ku YPG, YPJ û QSD`ê terora DAIŞ`ê bi dawî kirin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Yekîneyên Bexwedana Şengalê ji ciwanên Şengalê ava bûn. Bi taybet li gel paşguhkirina hikumeta herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê ya navendî parastina Şengalê.

Lê dewleta Tirk a dagirker ji gava şêniyên Şengalê nerazîbû. Ji ber wê piştî DAIŞ`ê nikarîn kurdên Êzidî tune bike, niha Tirkiyê hewl dide tiştên DAIŞ`ê nikarî pêk bîne temam bike. Êzidiyan ji Şengalê heya Efrîn, Til Temir û Hesekê dike hedef û bi tevahiya rêbazan hewl dide ev gelê resen ê ku bi axa pêşiyên xwe ve girêdayî ye tune bike.

Roja Çarşemê 15-1-2020`an balafirên artêşa Tirk a dagirker ên deron fermandarê YBŞ`ê Zerdeşt Şengalê û sê hevalan li Dugirê yê bakurê Şengalê kirin hedef. Tirkiyê bi rêya vê sûcê hewl dide nasnameya kurdî ya êzidî têk bibe û vîna gelê ku li ser  axa pêşiyên xwe dijî bişkîne. Ev sûc berdewama hewldanên çewisandina nasnameya gelekî ye. Paşguhkirina hikumeta Iraqê ya ji vê sûcê diyar dike ku ew di vê binpêkirinê de şirîk e.

Lewra em bang li cîhana azad û navendên biryara navneteweyî bi taybet dewleta Iraqê ya ku bi YBŞ`ê dinase, dikin ku li hember timayên dewleta Tirk û mudexeleya wê ya hovane di vîna gelan de bisekine û rê nede pêkanîna van komkujiyan li dijî gel şervanên Şengalê.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bidawî bû.

(şx)

ANHA