Mîkaîl Mîçûstîn bû serokwezîrê nû yê Rûsya

Parlementoya Rûsyayê Mîkaîl Mîçûstîn weke serokwezîrê nû hilbijart.

Mîkaîl Mîçûstîn bû serokwezîrê nû yê Rûsya
16 ÇILE, 2020   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî îstifakirina Dîmîtrî Medvedev a duh ji serokwezîrtiyê û şûnde ji aliyê serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putin ve Mîkaîl Mîçûstîn weke serokwezîr hatibû erkdarkirin.

Bi dengdayina parlementoya Rûsyayê Mîçûstîn bû serokwezîrê nû yê Rûsyayê.

Mîçûstîn ê ev 10 sal in Wezîrê Odeya Bacê kar dike, keseke bi ‘bandor’ tê naskirin.