Bi dagirkeriyê re jêderên debara şêniyan kêm bûne

Jêderên debara xelkê navçeya Eyn Îsa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek in. Lê ji sedî 70’yê şêniyan karê çandiniyê dikin. Piştî ku dewleta dagirker du bajarokên navçeyê dagir kirin, jêderên debara şêniyan kêm bûne.

Bi dagirkeriyê re jêderên debara şêniyan kêm bûne
Bi dagirkeriyê re jêderên debara şêniyan kêm bûne
Bi dagirkeriyê re jêderên debara şêniyan kêm bûne
Bi dagirkeriyê re jêderên debara şêniyan kêm bûne
Bi dagirkeriyê re jêderên debara şêniyan kêm bûne
Bi dagirkeriyê re jêderên debara şêniyan kêm bûne
14 ÇILE, 2020   07:17
EYN ÎSA

Navçeya Eyn Îsa dikeve aliyê başûrê rojavayê bajarê Girê Spî ku dewleta Tirk dagir kiriye. Eyn Îsa wek xaleke girîng a veguhastinê ji bo gundewarên bakurê Reqayê tê naskirin. Ji ber cihê wê yê girîng ku nêzî rêya navneteweyî ya Hesekê-Helebê (M4) ye û ji vir diçe parêzgeh û herêmên din ên Sûriyê.

Eyn Îsa navê xwe ji kaniya li navenda navçeyê girtiye. "Eyn" di erebî de tê wateya kanî. Li gorî şêniyên navçeyê Îsa jî navê “sofiyekî” bûye. Di navçeyê de derdora hezar û 500 malbat ji eşîrên Ereb û pêkhateyên Kurd dijîn. Ji eşîrên Ereb; Fedan, Bû Esaf, Hec Abid û Ciyam, her wiha malbatên ji herêma Sifêra ku bi navê "Taqat" tên naskirin.

ÇANDINÎ JÊDERA SEREKA YA DEBARA ŞÊNIYAN E

Jêdera sereke ya şêniyên gundewarên navçeya Eyn Îsa çandinî ye. Ji sedî 70 şênî di çandiniyê de dixebitin û di vî warî de derfetên kar ji şêniyan re tên peydakirin. Ji ber vê yekê wekî çavkaniyeke girîng a aboriyê ya şêniyên navçeyê û malbatên ku ji ber şer ji herêmên xwe derketine û koçberî navçeyê bûne.

Rêjeya rûbera çandiniya avî li gorî ya bejî gelekî kêm e. Piraniya rêjeya çandiniya avî li bajarokê Hîşa yê 15 km dikeve bakurê rojihilatê navçeyê ye. Cotkarên li wir zeviyên xwe ji kanalên ku ava wê ji pompa Til Semin tê, av didin.

Li gorî daneyên Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Eyn Îsayê rêjeya rûbera zeviyên çandiniya bejî li Eyn Îsa û bajarokê Hîşayê derdora milyon û 100 donim e û yê avî jî bi qasî 33 hezar û 400 donim e.

Ji ber derbasbûna ava çemê Belîxê di ber bajarokê Hîşayê re ji sedî 15 çandinî zindî bû, cotkar bi rêya motoran zeviyên xwe ji ava çem av didin.

Ji bo gundên derdora navçeyê, çandinî bejî ye. Li gel wê yekê gelek cotkaran bîrên îrtîwazî kolandine û bi rêya motoran zeviyan av didin.

Komîteya Aborî û Çandiniyê ya navçeyê di pêşxistina çandiyê de dixebite. Mazot, tov, semad bi buhayên guncaw û bi deyn bi rêya bankên çandiniyê li cotkaran belav dike, her wiha genim û pembo bi buhayên ji yê bazirganan bilindtir, ji cotkran dikire.

XWEDÎKIRINA SEWALAN

Li navçeya Eyn Îsayê, piştî çandiniyê xwedîkirina sewalan di rêza duyemîn de tê. Şêniyên gundewarên Eyn Îsayê pez, bizin, hêştir û çêlekan xwedî dikin. Rêjeyeke sabit a hejmara sewalan tune ye, ji ber ku xwediyên wan bi domdarî ji çêrandinê digerin.

Piştî ku YPG û YPJ’ê di 23’yê Hezîrana 2015’an de navçeya Eyn Îsa rizgar kir û sererastkirina binsaziya navçeyê şênî li warê xwe vegeriyan. Bi vekirina saziyên xizmetguzarî, dibistan, şaredarî û meclisên herêmî re piraniya şêniyan di vir de dixebitin û mehane fon digirin.

Ji ber cihê navçeyê ku dikeve ser rêyeke veguhastinê ya girîng ji bo rêveberiyên sivîl û xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bazirganî bi pêş ket. Li navenda navçeyê tenê zêdetirî 120 dikan hene û piraniya kesên tê de dixebitin ji şêniyên navçeyê ne.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI HERÊMÊ KRÎZEKE ABORÎ ÇÊKIR

Bi destpêka êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojilatê Sûriyê re navçeya Eyn Îsayê bi awayekî bêserûber hate topbarankirin. Piştî ku Tirkiyê Girê Spî dagir kir, hewl dide ber bi bejahiya bakur û rojavayê navçeyê ve bi pêş bikeve. Bajarokên Elî Baciliyê û Ebû Xerzê yên girêdayî  navçeyê hatin dagirkirin û rêya stratejîk a M4 hate qutkirin.

Di encama dagirkirina her du bajarokan de şêniyan piraniya jêdera xwe ya jiyanî ji dest da. Bi taybet mûçeyên mehane ku di saziyên Rêveberiya Xweser de digirtin. Her wiha  girtina rêya M4 tevgera bazirganiyê li herêmê bi tevahî asteng kir. Piştî ku rêya taybet a veguhastina kel û pelan dirêj bû.

Li gel berdewama êrişên li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarê di nav de herêmên derdora rêya M4 jiyana sivîlan di xetereyê de ye û wan li hemberî rageşiyên peydakirina debara jiyanî dihêle.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TaRaHtb0Jto" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>