‘Çareseriya aloziya Sûriyê li ser xaka Sûriyê mîsoger e’

Nûnerê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê navçeya Til Hemîsê Mihemed Deham got “Çareseriya aloziya Sûriyê, di diyalogên Sûrî-Sûrî de ye. Çareseriyên derveyî welat encamên erênî bi xwe re naynin.”

‘Çareseriya aloziya Sûriyê li ser xaka Sûriyê mîsoger e’
14 ÇILE, 2020   06:56
QAMIŞLO-ŞIHAB EHMED

Mihemed Deham got: “Nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê diyalogên Sûrî-Sûrî ne. Em bang li aliyên Sûriyê û pêkhateyan  dikin ku li ser maseya diyalogan li hev kom bibin. Ji ber destwerdana aliyên derve, civîn û hevpeyman têk çûn û çareseriya aloziyê jî çênebû.”

Mihemed Deham bal kişand ser astengkirina çareseriya aloziya Sûriyê û got: “Hêzên derve  xizmeta projeya Sûriyê nakin û tenê ji berjewendiyên xwe re dixebitin. Hevpeymanên Cinêv û Astanayê bi bin ketin. Ji ber ku nûnerên gelên Sûriyê beşdarî civîn û hevpeymanan nebûn, alozî çareser nebû û dê bi vî awayî çareser nebe.”

Deham wiha li axaftina xwe zêde kir: “Di demên dawîn de em bûn şahidên hebûna gelek koman ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirt. Lewma bi rehetî di sînorê Tirkiyê re derbasî herêmên Sûriyê dibûn û kiryarên terorîstane pêk dianîn. Piştî çete têk çûn, dewleta Tirk neçar ma rûyekî nû ji xwe re bibîne û projeya xwe pêk bîne. Lewma destwerdana xaka Sûriyê kir û Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin.”

Deham di dawiya axaftina xwe de got: “Çareseriya aloziya Sûriyê li ser xaka Sûriyê mîsoger e. Civînên li Astana, Cinêvê û çêkirina destûrê xizmeta ajandeyên derveyî Sûriyê dikin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fePK4cQ0Zvs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>