Çeteyan şêniyê revandî ji ber nakokiya parvekirina fîdyeyê serbest berda

Binpêkirinên li herêmên Bakurê Sûriyê bi destê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker berdewam in. Şêniyê bi navê Hesen Ehmed El-Ehmed ji bajarê Ezazê ye, di dema vegera xwe ya ji Tirkiyê de hat revandin û îşkence lê hat kirin.

Çeteyan şêniyê revandî ji ber nakokiya parvekirina fîdyeyê serbest berda
13 ÇILE, 2020   14:05
KOBANÊ-HÊZA HESEN

Şêniyê bi navê Hesen Ehmed El-Ehmed (26) ji gundê Til Hacib ê rojhilatê bajarê Kobanê ye. Di dema vegera xwe ya ji Tirkiyê de, bi destê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li bajarê Ezazê yê dagirkirî hat revandin û îşkence lê hat kirin.

Çîroka Hesen Ehmed di 5’ê Kanûna sala borî de, di dema derbasbûna ji Tirkiyê ya ber bi xaka Sûriyê ve di dergeha Bab El-Selamê ya li ser sînorê bajarê Ezazê re ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kiriye, dest pê kir.

Dema Hesen Ehmed sînor derbas kir, çeteyan ew revand û xist baregeheke xwe û îşkence lê kirin. Her wiha gelek dîmen ku tê de ew tê îşkencekirin û li ber malbata xwe digere ku fîdyeyê bide da ku wî serbest berdin, hatin kişandin.

Çeteyan ji malbata Hesen, 50 hezar dolar anku 50 milyon lîreyên Sûriyê fîdye li hember serbestberdanê xwest.

Piştî mehekê di ser revandinê re, tişta ku ne di bîr û xeyalan de bû, pêk hat. Piştî ku du komên ji çeteyan li ser dabeşkirina fîdyeya ku dê malbat ji wan re bişîneli hev nekir, Hesen hat berdan û xwe gihand nuqteya Meclisa Leşkerî ya Minbicê.

Ev ne çîroka yekane ye ku li herêmên dagirkirî pêk tê, ji herêmên bi seranserî ji Cerablus, heta bi Efrînê ji Ezaz û Babê jî, kiryarên revandin, dizî û kuştinê bi awayekî rojane pêk tên û ji bilî wê jî teqîn û nakokiyên hundirîn di nava komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de li ser mal û serweriyê jî hene.

Dewleta Tirk, piştî êrişa li ser xaka Sûriyê ya 2016’an, herêmên Cerablus, Ezaz û Bab dagir kirin û piştre jî êrişeke din li dijî Efrînê di destpêka 2018’an de pêk anî û dagir kir.

(fr)

ANHA