Meclîsa Kantona Efrînê daxwaza dadgehkirina berpirsên komkujiya Til Rifetê kir

Meclîsa Kantona Efrînê ya li Şehbayê bang li rêxistinên navdewletî û UNICEF’ê kir ku berpirsên komkujiya Til Rifetê li gorî mafên zarokan ên rewa û pîvanên peymanên mafên zarokan biparêzin.

Meclîsa Kantona Efrînê daxwaza dadgehkirina berpirsên komkujiya Til Rifetê kir
13 ÇILE, 2020   12:35
ŞEHBA

Di 2`yê Kanûna sala borî de artêşa Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efînê yên bi darê zorê koçî kantona Şehbayê bûne, komkujiyek pêk anî. Di encama topbaranê de 10 kes, ku 8 jê zarok bûn, hatin qetilkirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Meclîsa Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê komkujiya Til Rifetê û bêdengiya rêxistinan şermezar kir. Bi dehan şêniyên Efrînê, meclîs û saziyên sivîl li cihê komkujiyê kom bûn û wêneyên şehîdên komkujiyê û pankertên "Hûn bi komkujiyan nikarin xewnên me yên pêşerojê têk bibin" rakirin.

Cîgirê hevserokatiya Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo bi zimanê kurdî û endama Meclîsa Kantona Efrînê Ferîde Nesan jî bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Dema ku behsa komkujiyan tê kirin, yekser terora dewleta Tirk a faşîst tê bîra mirovan ku ji berê de û heta niha bi sedan komkujî li dijî gelê Kurd û pêkhateyên din ên herêmê pêk anîn, wekî komkujiya Geliyê Zîlanê, Newala Qesaban, Roboskî, Şengal, Efrîn û Serêkaniyê, her wiha qirkirina gelê Ermen di sedsala 20`an de û herî dawî komkujiya Til Rifetê ku ji mezintirîn komkujiyên hovane yên dewleta Tirk e. Beriya çilrojiya komkujiyê, Erdogan ê xwînxwar yek ji kirinên xwe yên hovane dîsa li dijî sivîlên Efrînê ku ji ber kiryarên wî bi darê zorê ji malên xwe derketin û berê xwe da kantona Şehbayê, komkujiyek pêk anî ku di encamê de 10 bûn qurbanî, jê jî 8 zarok bû û 10 kes birîndar bûn.

Komkujiya Til Rifetê berdewama kiryarên qirêjî yên dewleta Tirk e ku her roj li dijî welatiyên sivîl ên Efrînê bi armaca guhertina demogrefiya herêmê pêk tîne. Dewleta dagirker şêniyan dikuje, direvîne û her wiha şûnwarên bajêr talan dike û dirûxîne, daristan û çavkaniyên xwezayî dişewitîne û tevahî rêbazên şerê taybet bi kar tîne.

Em wek gel û Meclîsa Kantona Efrînê bi tundî bêdengiya hikumeta Sûriyê der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê yên bi armanca vejandina Împaratoriya Osmanî, şermezar dikin. Lê belê berovajî wê diviyabû dewleta Sûriyê sînor û yekitiya xakê biparasta.

Her wiha, bêdengiya Rûsyayê ku li herêmê wek garantor e, bi taybet jî der barê vê komkujiyê de ku li pêş çavên wan bûye, şermezar dikin.

Em bang li rêxistinên navdewletî, bi taybetî yên bi navê rêxistinên mafên mirovan û mafên zarokan (UNICEF) de dixebitin dikin ku terora dewleta Tirk bibînin û sûcdarên vê komkujiyê û hemû komkujiyên ku rojane li Efrînê tên kirin, bi awayekî pratîkî bidarizînin. Her wiha sivîl û bi taybetî zarokan û mafên wan ên rawa li gorî peyman û pîvanên peymana mafên zarokan, biparêzin.

Em dixwazin ku zext li Erdogan ê DAIŞ`ê bê kirin ku terora xwe ji Efrînê vekişîne û vegera ewle ji şêniyên Efrînê yên koçber re mîsoger bibe.”

Daxuyanî bi dirûşmên şermezarkirina komkujiyê bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7ceQxYM7lOA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>