Komkujiya Til Rifetê di bîra efrîniyan de zindî ye 

Çil roj li ser komkujiya Til Rifetê re derbas bû. Şênî deteyên wê roja tarî vedibêjin.

Komkujiya Til Rifetê di bîra efrîniyan de zindî ye 
12 ÇILE, 2020   15:16
ŞEHBA-XANDÎ ELO

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2`yê Kanûna 2019`an de komkujiyek li navçeya Til Rifetê li Şehbayê pêk anî. Di encamê de 10 sivîlan 8 ji wan zarokbûn jiyana xwe ji dest dan. 12 sivîlên din birîndar bûn.

Di çilrojiya komkujiyê de şêniyên Efrînê yên ku ji warên xwe koçber bûne û li Şehbayê bi cih bûne, diyar kir ku dê berxwedana wan berdewam bike.

Şêniyê bi navê Reşîd Fatiko diyar kir ku çeteyan sivîlan dikin hedef û komkujiyan pêk tînin û wiha got: 40 roj li ser komkujiyê derbas bûye. Topbaran bêserûber bû. Di radeya yekemîn de zarok kirin hedef. Berxwedan berbijaka me ya tekane ye. Me li Efrînê heya 58 rojan liberxwe da, em ê li vir bimînin û dîsa jî liberxwe bidin."

Jina bi navê Emîne Dîngelî got: "Gelo zarokên çeteyan topbaran kirine terorîst bûn mîna ku îdia dikin? Em ê ji kê heqê xwe bixwazin? Mafên mirovan li ku derê ye? Gunehê zarokan çi ne heya werin kuştin?"

Her wiha şêniyê bi navê Receb Mistefa binpêkirinên çeteyan şermezar kir û got: "Ev binpêkirin li dijî me têne kirin tenê ji bo ku vîna me bişkînin. Lê em li berxwe didin û berxwedana me wê me biparêze ji ber ku hemû bêdeng in."

Di dawiyê de Mistefa got: "Di dîrokê de gelek komkujî li dijî gelê Kurd pêk hatin mîna Roboskî, Helebçe, komkujiya Til Rifetê û gelek komkujiyên din. Lê em ê ji bo azadiya xwe li berxwe bidin. Ev komkujî me naşkîne."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XreZfWZEkmM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>