Dewleta Tirk talankirina hilberînên bajarên Serêkaniyê û Girê Spî rewa dike

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide talankirina hilberînên herêmên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine bi rêya lihevkirina "Hikumeta Demkî" rewa bike. Li gorî vê lihevkirinê şêniyên Serêkaniyê wê hilberînên xwe bi bihayên gelek erzan bifroşin dewleta Tirk.

Dewleta Tirk talankirina hilberînên bajarên Serêkaniyê û Girê Spî rewa dike
12 ÇILE, 2020   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Ebdulhekîm El-Misrî wezîrê aborî yê "Hikumeta Demkî" ya ku desteka xwe ji Tirkiyê digire û îdia dike ku girêdayî opozîsyona Sûriyê ye, ji dazegehek çapemenî girêdayî xwe re ragihand ku wî bi dewleta Tirk re lihevkirinek mohr kiriye. Li gorî wê lihevkirinê Tirkiyê wê ceh ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî bikire.

Li gorî ku El-Misrî ji dazgehê re ragihandiye, got dewleta Tirk wê her tonek ceh ji cureya yekemîn bi hezar û 100 lîreyên Tirkiyê yanî 200 dolar. El-Misrî teqez kir ku ev biha li gorî cudabûna kalîteya dan kêm dibe.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Watanî ya Sûriyê di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Di êrişên xwe de tevahiya cureyên çekên giran, balafir, tank û heta çekên qedexekirî bikar anîn. Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek komkujî li dijî şêniyên bajarên Girê Spî û Serêkaniyê pêk anîn.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, milkên sivîlan tevî depoyên her du bajaran talan kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Serêkaniyê û Girê Spî 5 depoyên dan dagir kirine. Jê du li bajarê Girê Spî, Dihlîz a ku tê de 70 ton genim û 21 hezar ton ceh hebûn, El-Saxîrat a ku tê de aş, 11 hezar û 700 ton genim û 800 ton ji tovên pakkirî hebûn.

Sê li bajarê Serêkaniyê; Aliya tê de 15 hezar ton genim, El-Sefih 9 hezar ton genim, Mebrûka hezar û 500 ton genimê bêjingkirî û pakkirî. Tevî 12 ton ceh li her sê depoyan.

Miqdara giştî ya genim li her du herêmên Serêkaniyê û Girê Spî gihaşt 42 hezar û 700 ton, 2 hezar û 300 ton tov. Miqdara giştî ya ceh li Serêkaniyê û Girê Spî gihaşt 33 hezar ton.

Ev miqdarên di nûçeyê de hatine bibîrxistin, berhema şêniyên her du bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ya salên berê ne. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya lihevkirina xwe bi qaşo "Hikumeta Demkî" re talankirina kedên şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşberî çavên cîhanê rewa dike.

Li gorî El-Misrî teqez kiriye, ji bilî lihevkirina kirîna ceh, Tirkiyê bi "Hikumeta Demkî" re lihevkirina kirîna zêta zeytûnê ji bajarê Efrînê mohr kiriye.

"Hikumeta Demkî" di 19`ê Adara 2013`an de li Stenbolê bi destek û perspektîvên desthilata dewleta Tirk hate avakirin. Dewleta Tirk wê hikumetê jib o ku pêkanîna ajandeyên xwe li Sûriyê bikar tîne.

(şx)

ANHA