Meclisa Leşkerî ya Reqayê dewreyeke leşkerî bi dawî kir

Akademiya Şehîd Îmar El-Şêx a Meclisa Leşkerî ya Tebqayê dewreya xwe ya 5’an a perwerdeyê ya bi navê şehîd Kurtay Amed bi dawî kir.

Meclisa Leşkerî ya Reqayê dewreyeke leşkerî bi dawî kir
Meclisa Leşkerî ya Reqayê dewreyeke leşkerî bi dawî kir
Meclisa Leşkerî ya Reqayê dewreyeke leşkerî bi dawî kir
Meclisa Leşkerî ya Reqayê dewreyeke leşkerî bi dawî kir
Meclisa Leşkerî ya Reqayê dewreyeke leşkerî bi dawî kir
12 ÇILE, 2020   13:08
REQA

Ji bo xurtkirina ewlehî û parastina herêmê û bi taybet piştî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewreya perwerdeyê pêk hat û 45 rojan dewam kir.

Merasîma bidawîkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanan ve dest pê kir, saziyên Meclisa Sivîl a Reqayê, Meclisa Leşkerî ya Reqayê, fermandarên QSD`ê û gelek rûspiyên eşîrên herêmê amade bûn.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ebdo Reqa di merasîmê de axivî û behsa rola mezin û berpirsyariya li ser milê beşdarên perwerdeyê dikeve, kir. Ebdo Reqa wiha got: "Tevlêbûna we li Meclisa Leşkerî ya Reqayê, ji cîhanê re tekez dike ku em gelekî hevgirtî ne, dikarin hemû êrişan têk bibin."

Paşê endamên perwerdeyê sûnda leşkerî xwar.

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Kurtay Amed di şerê Berxwedana Rûmetê de li navçeya Eyn Îsa şehîd bûbû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HYoxcqzsPPc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>