Rêzesemîner li Kobanê ji bo bîranîna hersê tekoşeran, Sakîne, Fîdan û Leyla

Mamosteyên kantona Kobanê hersê tekoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez di salvegera wan ê 7`an de bibîr anîn.

Rêzesemîner li Kobanê ji bo bîranîna hersê tekoşeran, Sakîne, Fîdan û Leyla
Rêzesemîner li Kobanê ji bo bîranîna hersê tekoşeran, Sakîne, Fîdan û Leyla
Rêzesemîner li Kobanê ji bo bîranîna hersê tekoşeran, Sakîne, Fîdan û Leyla
Rêzesemîner li Kobanê ji bo bîranîna hersê tekoşeran, Sakîne, Fîdan û Leyla
11 ÇILE, 2020   12:42
KOBANÊ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê li bajarê Kobanê û navçeya Çelebiyê û Şêranê rêze semîner li dar xistin,  ji bo şermezarkirina komkujiya ku derheqê hersê tekoşeran Sakîne Cansiz, Fîdan  Doxan û Leyla Şaylemez ku ji aliyê istixbaratên Tirkiyê li Parîsê sala 2013`an pêk hat.

Li semînera ku ji aliyê desteya Perwerde û Fêrkirinê li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li bajarê Kobanê hate li darxistin. Ji aliyê Endama rêveberiya TEV-DEM`ê li Kobanê Raperîn Norhaq hate birêve birin, Raperîn behsa jiyana tekoşer Sakîne Cansiz û hevalên wê kir.

Raperîn wiha domand: "Şehîd Sakîne keça bajarê Dêrsimê ye, bajarê ku bindestî û dagirkerî qebûl nekir."

Her wiha Raperîn wiha teqez kir: "Faşîsta Tirkiyê û dewletên desthilatdar ji bo hedefgirtina kesayeta tekoşer û pêşeng Sakîne Cansiz û şikandina îradeya jina azad lihev civiyan."

Di dawiya axaftina xwe de Raperîn wiha got: "Pêvajoya ku jina li şoreşa Rojava gihaşt, dewama tekoşîn û berxwedana tekoşer Sakîne Cansiz e."

Paşê senîvizyonek li ser jiyana tekoşer Sakîne Cansiz û tekoşîna wê hate pêşandan.

(jo)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MDZktPiooZ8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>