DYA‘yê cezayên nû li ser rayedarên ewlehiyê yên Îranê ferz kir

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê cezayên nû li ser rayedarên ewlehî yên Îranê yên di nava hêzên Bastîc û Konseya Bilind a Ewlehî ya Netewî ya Îranê de ferz kir.

DYA‘yê cezayên nû li ser rayedarên ewlehiyê yên Îranê ferz kir
10 ÇILE, 2020   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê DYA‘yê Mike Pempeo û Wezîrê Xezîneyê Stephen Mnuchin civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xist.

Pempeo got, cezayên nû dê 8 berpirsên di hêzên Bastîc û Konseya Bilind a Ewlehî ya Netewî ya Îranê de di nav xwe de  bigire ku beşdarî qetilkirina xwepêşandêran bûn. Pempeo ragihand ku cezayên Amerîkayê "Navenda saziya ewlehiyê ya Îranê" dike hedef û got, ceza berpirsên mezin ên Îranê dike hedef ji ber çalakiyên wan ên terorîst.

Wezîrê Karê Derve yê DYA‘yê anî ziman ku fermandarê Feyleq El-Quds ê Îranê Qasim Suleymanî "Planên êrişeke mezin" li dijî sefaretxaneya Amerîkayê û navendên wê dikir.

Pempeo diyar kir ku moşekên Îranê ji bo qetilkirina leşkerên Amerîkayê baregeha Eyn Esed a li Enbarê, baregeha Herîr a Hewlêrê kirin hedef û got, di derbeya Îranê de ti qurbanî çênebûn.

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê got Washington ê cezayan li ser Îranê dewam bike ta çalakiyên xwe yên têkbirina ewlehiya li herêmê rawestîne.

ANHA